5 kolberên Kurd ji ber êrîşên rejîma Îranê birîndar bûn
Ji ber êrîşên rejîma Îranê yên rojên dawî, 5 kolberên Kurd birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin.
Ji ber êrîşên rejîma Îranê yên rojên dawî, 5 kolberên Kurd birîndar bûn û gelek jî hatin binçavkirin.
Kolberên Kurd ên bi navê Ewroz Badpa û Simko Çelebî yên ji bajarê Mako yê Parêzgeha Urmiyê, li ser sînor hatin gulebarankirin û di encama gulebaranê de birîndar bûn. Her wiha li bajarê Serdeştê yê Urmiyê jî kolberê Kurd ê bi navê Îbrahîm bi guleyên hêzên rejîmê bi giranî birîndar bû.
Li gundê Keymene yê Hewraman hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberan kirin. Di encamê de yek ji wan birîndar bû. Hêzên Îranê dest danîn ser barên kolberan û ew binçav kirin.
Hate ragihandin ku kolberê Kurd ê ji bajarê Seqiz, dema li parêzgeha Zencanê bû, dema bar dibir ji aliyê hêzên rejîmê ve hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû.