Kemalbay: Hilbijartina li Bakurê Sûriyeyê cihê serbilindiyê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê da xuyakirin ku hilbijartina li Bakurê Sûriyeyê hat kirin pêvajoyeke demokratîk a cihê serbilindiyê ye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê da xuyakirin ku hilbijartina li Bakurê Sûriyeyê hat kirin pêvajoyeke demokratîk a cihê serbilindiyê ye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di civîna koma partiya xwe de li Meclîsê axivî.
Kemalbay nerazîbûn nîşanî amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo operasyoneke gengaz a li dijî Efrînê û got, "Bi êrîşbirina ser Efrînê re hewl didin Tirkiyeyê bixin nava şerekî nû û bi vî rengî ji xwe rewşa xwe ya tengav rizgar bikin."
Kemalbay bi bîr xist ku roja 1'ê Kanûnê li Bakurê Sûriyeyê hilbijartin hate kirin û destnîşan kir, ev hilbijartin pêvajoyeke demokratîk e ku cihê serbilindiyê ye.
Kemalbay got, "Li vê erdnîgariyê ku 6 sal in bi milyonan mirov ji neçarî koçber dibin, divê ji bo çareseriyeke demokratîk gav were avêtin. Lê belê Erdogan ji bo şer derxîne çi jê tê dike. Em jê re dibêjin 'Tu çi ji Efrînê dixwaze?', bersivê nade. Efrîn ev 6 sal in ji mirovên ku ji şer reviyane malovaniyê dike. Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Birêz Ocalan qala wê dike, ev bi xwe ye. Bi şert û mercên giran ên tecrîdê hewl didin Birêz Ocalan bêdeng bikin, hewl didin pêşniyarên wî yên çareseriyê binixumînin."
'ERDOGAN BI KÎJAN WIJDANÎ ÇÛ AGIRIYÊ?'
Di dewama axaftina xwe de Kemalbay bi bîr xist ku Serokkomar Tayyîp Erdogan çend roj berê çû Agiriyê û got, "Çûye Agiriyê. Te vîna gelên vî welatî ji holê rakiriye, te hevşaredarên bi 70-80 ji sedî yê dengê gel hate hilbijartin da girtin. Bi kîjan wijdanî, bi kîjan edaletê? Te ev yek bi darbeyê kir. Heman rojê diviyabû ez jî li wir bûma. Wê kongreya me ya Agiriyê bihata lidarxistin. Mîna her carê, firsendên desthilatdariyê bi kar anî û desteya hilbijartinê ya bajêr biryar da. Biryar dan ku HDP wê rojê kongreyê neke. Ji ber vê em neçar man ku kongreya xwe taloq bikin. Gelê me van dibîne, wê hesabê van ji te bipirse."
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û AZADIYÊ GEŞ BIKIN'
Serpîl Kemalbay işaret bi zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan kir û ev nirxandin kir: "Girtîgeh ew cih in ku desthilatdarî ji bo hebûna xwe biparêze mûxalîfan dişîne wê derê. Gelek darbe hatin kirin, lê ti carî ewqas mirov nehatin girtin. Zêdeyî 220 hezar mirov li girtîgehan e. Ji nifûsa gelek bajaran zêdetir e. Êşkence bi rêk û pêk tê kirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin. Dayik tevî pitikên xwe yên nû jidayikbûyî tên girtin. Girtiyên nexweş kengî mirin, wê çaxê ji girtîgehê tên derxistin. Li hemberî me desthilatdariyeke bê wijdan, bê edalet heye. Di vê demê de em têkoşîn û piştevaniyê didomînin. Em xwe ji gortina rastiyan û têkoşînê venagirin. Gelekî girîng e ku em bibin dengê hevalên xwe yên li girtîgehan. Ji bo girtiyên bi nexweşiya giran bên berdan, ji bo pitik li bexçeyan, li nava lîstikan mezin bibin, divê em têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê geş bikin. Em pê bawer in ku me rêya herî zehmet li dû xwe hiştine."