ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Bordeaûxê hate şermezarkirin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. -
Endama PE: Êrîşên Tirkiyeyê ne yên qebûlkirinê ne
Endama Parlamenta Ewropayê, wekîla Partiya Çep a Elmanyayê (Dîe Lînke) Martîna Mîchels destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê û gundên wê, ne yên qebûlkirinê ne. -
Mirovên navdar ji bo Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kirin
Rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ên li gelemperiya cîhanê navdar in, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi kampanyayeke navneteweyî kirin. -
Hrant Dînk li Stockholmê hate bîranîn
Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Agosê Hrant Dînk ku li ber avahiya rojnameyê hate kuştin, di salvegera 11. de li Stockholmê hate bîranîn. -
Gelo Leopardên Elmanyayê li dijî Efrînê tên nûkirin?
Eşkere ye ku dostaniya bi çekan, hîmê bingehîn ê pêvajoya nermbûna têkiliyên navbera hikumeta Merkel û desthilatdariya Erdogan e. Li gorî agahiyan, hikumeta Elman dixwaze plana nûkirina tankên Leopard ên di destê artêşa Tirk de ne, erê bike. -
'Efrîn wê bi berxwedaneke mezin a gelan bê parastin'
Kongreya Gel a Mezopotamyayê: Efrîn warê gelan e, keleha alternatîfa demokratîk e, bîrdariya jiyana bi rûmet e... Dewleta Tirk a nîjadperest dikare êrîşî vê derê bike, lê bila zanibin ku ev der wê bi berxwedaneke mezin a gelan were parastin. -
Girtina rêveberên TV10 li Kolnê hate şermezarkirin
Girtina rêveberên TV10 Velî Buyukşahîn û Velî Haydar Guleç ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve, li bajarê Koln ê Elmanyayê hate şermezarkirin. -
ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Çileya 2018'an. -
Li Ewrûpayê êrîşên li dijî Efrînê tên protestokirin
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto dikin. -
Rojeva Rojê
19 Çile 2018 Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Baydemîr serbest hate berdan
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ê ku li Enqereyê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî ya li Dadgeha Enqereyê serbest hate berdan. -
Baydemîr ê HDP’yî li Enqereyê hate binçavkirin
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Baydemîr, li Enqereyê hate binçavkirin. -
Çete ji Kîlîsê derbasî nava Sûriyeyê bûn
Komên çete yên ku Tirkiyeyê li Kîlîs û Dîlokê ew perwerde kir, bi otobusan ji sînor derbas bûn. -
Doza 'Çapemeniya KCK'ê: Parêzer ji rûniştinê hatin derxistin
Di rûniştina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê de ku 46 nûçegihanên Kurd lê tên darizandin, mafê parastinê hate binpêkirin û parêzer ji salona rûniştinê hatin derxistin. -
Hevserokê KCD'ê: Dagirkirina Efrînê îlana dijminatiya li Kurdan e
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk got, dagirkirina Efrînê tê wateya îlana dijminatiya li Kurdan. -
CDK-F banga tevlêbûnê li çalakiyên Efrînê bû
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) banga tevlebûnê li çalakiyên xwedîderketina Efrînê kir. -
YPS: Ji her tiştî û her demê zêdetir xwe-parastin!
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê derbarê salvegera sêyan a damezirîna xwe daxuyaniyeke berfireh da. -
Kongreya Tevgera Azadî dest pê kir
Kongreya damezrandinê ya Tevgera Azadî li Silêmanî dest pê kir. Kongre bi beşdariya 700 delege û bi sedan welatiyên ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk tê. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê jî kongreyê dişopîne. -
Ocalan ji bo Efrînê gotibû, 'çek û cebilxaneyan amade bikin'
Ocalan gefên li dijî Efrînê berî 3 salan dîtibû û ev hişyarî dabû hêzên li Efrînê: "Roj ne rojên avakirina kargehên tekstîlê ye. Rojên avakirina kargehên çek û cebilxaneyan e, afirandina komunîzma şer e û malîkirina li tevahiya civakê ye." -
ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Çileya 2018'an. -
Operasyonên qirkirina siyasî: li Stenbolê 15 kes hatin girtin
Li Stenbolê li 7 navçeyan ji ber xebatên akademiya siyasetê ya DBP’ê yên 2011-2013’an 2014’an operasyon dabûne destpêkirin û ji 44 kesan 15 jê bi ‘endamtiya rêxtinê’ hatin girtin. -
NAV-DEM: Efrîn Kurdistan e; bi giyanê neteweyî em ê bersivê bidin
NAV-DEM’ê diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike, ew ê Kurd bi giyanê neteweyî bersivê bidin êrîşan. -
Li derveyî welat çalakiyên ji bo Efrînê dest pê kirin
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, ji bo Efrînê dest bi çalakiyan kirin. KCDK-E ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin. -
FEDA, CÎK û NAV-YEK: Xwedî li Efrînê derkevin
Saziyên Kurdan ên baweriyan FEDA, CÎK û NAV-YEK'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin. -
HRW: Tirkiye mafê her kesî binpê dike!
HRW’ê di rapora 2017’an de cih da faşîzma AKP-MHP’ê jî. Di raporê de êrîşên li ser Kurdan, muxalîfan û li ser medyayê hatin destnîşankirin.