Doza 'Çapemeniya KCK'ê: Parêzer ji rûniştinê hatin derxistin

Di rûniştina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê de ku 46 nûçegihanên Kurd lê tên darizandin, mafê parastinê hate binpêkirin û parêzer ji salona rûniştinê hatin derxistin.

13. rûniştina "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ku 46 nûçegihanên Kurd lê tên darizandin, li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê pêk hat. Di dozê de kesên girtî tine ne, ji derveyî Huseyîn Denîz û Çagdaş Ûlûs kes tevlî dozê nebû. Rûniştina dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir, li ser daxwazên berê yên di vê der barê de, xwestin zabidên rûniştin û îdianameyên ku Midurê Şaxa TEM'ê Yûrt Atayûn der barê operasyonên KCK'ê de amade kirine, pêşkêşî dadgehê bikin. 
 
Piştî beyanên Denîz û Ûlûs, parêzer Gulîzar Tûncer mafê axaftinê girt, nerazîbûn nîşanî daxwaza hemû beyanên der barê dosyayan de tên xwestin da û ev tişt got: "Ji bo yekkirinê tiştek nayê kirin. Di binê vê de tiştek di heye. Ji xwe hûn hemû dosyayan bi pergala UYAP'ê dibînin. Berhevkirina lêpirsîn û rêvebirinê derveyê hiqûqê dibînim."
 
Li ser vê serokê dadgehê axaftina Tûncer qut kir û got ku "Parastineke wiha tune."
 
Li ser bersiva Tûncer a "Hûn nikarin axaftina min qut bikin", serokê dadgehê bersiva "Ez ê we derxim derve. We men bikim." da. Li dijî van gotinên serokê dadgehê, Tûncer ev bersiv da: "Hûn kê men dikin. Ji xwe we menkirina ji rûniştinê kiriye edet."
 
Bi gotinên serokê dadgehê ên wekî "Xanima parêzer derxin derve" re, Tûncer got ku "Ez we şermezar dikim. Darizandineke wiha nabe. Ev êrîşa li dijî parastinê ye" û salona dadgehê terikand.
 
Parêzer Ozcan Kiliç jî xwest qedexeya derketina derve ya li nûçegihanan bê rakirin.
 
Heyeta dadgehê navber da dozê û doz taloqî 27'ê Nîsanê kir.