ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wallstrom ji ber êrîşên li Efrînê serdana li Tirkiyeyê betal kir
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, serdana xwe ya Tirkiyeyê ku wê piştî du hefteyan bikira betal kir. -
KOMAW'ê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir
KOMAW'ê ji bo çalakiyên ku wê îro werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Meşa enternasyonalîstan a ji bo Ocalan û Efrînê sibe dest pê dike
200 enternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê li hev civiyan ku di nav de nûnerên saziyên û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê jî hene, wê ji Luksembûrgê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin. -
Piştgiriya ji bo 'Berxwedana Serdemê' dewam dike
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê duh jî li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidaxistin. Di çalakiyan de 'Berxwedana Serdemê' hate silavkirin û bêdengiya welatên Ewropayê hate şermezarkirin. -
Parlamenterên Ewropî bi tundî li ber êrîşên li ser Efrînê rabûn
Li Parlamenta Ewropayê, bi dehan parlamenter li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê axivîn û ji bo qedandina dagirkeriyê bang kirin. Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Mogherînî jî hişyarî da. -
Şîrketa hiqûqê ya Îngilîz jî tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan
Şîrketa şêwirmendiya hiqûqî ya bi navê Thompsons Solicitors ku di têkoşîna sendîkayî de li Îngilîstanê yek ji saziyên herî girîng e û 750 parêzer di nav de cih digire, bi daxuyaniyekê destek da kampanya ji bo azadiya Ocalan. -
ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Sibata 2018'an. -
100 wekîlên PE’yê ji bo Efrînê bang kir: Êrîşan bidin rawestandin
Ji 100 zêdetir parlementerên PE’yê, îmzeya xwe li bin banga bi sernavê “Ji bo aştî û diyalogê, êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê bidin rawestandin” dan. Parlementerên pankarta “Efrîn ne bi tenê ye” vekirin, têkildarî bangê daxuyaniyek dan. -
Rojeva Rojê
6'ê Sibat 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Encû yê HDP’yî ji parlamenteriyê hate xistin-NÛ BÛ
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû piştî ku cezayê wî yê girtîhehê teqez bû ji parlamenteriyê hate xistin. -
NY: Di êrîşên li ser Efrînê de kesên sîvîl zirarê dibînin
Tîma Alîkariya Mirovî ya NY a Sûriyeyê û Nûnertiya ÛNÎCEF a Sûriye ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de mirovên sivîl zirarê dibînin. -
Malpera Komîteya Perwerdê ya KCK'ê dest bi weşanê dike
Malpera fermî ya Komîteya Perwerdê ya KCK’ê bi zimanê Kurdî (zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî) û zimanê Tirkî, îro dest bi weşanê dike. -
Kemalbay: Ne mumkun e ku li Efrînê bi ser bikevin
Kemalbay diyar kir ku AKP û MHP ji bo domandina desthilatdariya xwe serî li êrîşên dagirker didin û got “Ne mumkun e ku li Efrînê bi ser bikevin.” -
QSD'ê nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
QSD'ê nasnameya 7 têkoşerên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn eşkere kir. -
Fermandarê YPG'ê Hemo: Fuze ne yên DYA'yî, ne jî yên Rûs in
Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir, dewleta Tirk tevî ku bi rengekî giran êrîş dike jî li Efrînê nikare bi pêş ve biçe û got, dewleta Tirk çav berdaye Helebê. -
Berdevka YPJ'ê: Dewleta Tirk dersa xwe ya nû ji Efrînê distîne!
Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah got, "Ên bêdeng êrîşên dewleta Tirk dipejirînin. Lê yên ku ji Kobanê ders negirtine niha li Efrînê derseke baştir digirin." -
Li Sîlîvriyê girtiyan tevî kelepçeyan didin sekinandin!
Girtiyên di Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê de tevî kelepçeyan bi saetan li nezaretxaneyan tên sekinandin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 18'AN DE YE
Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 18'an de ye. Di şerê duh de herî kêm 59 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Hûn dikarin agahiyên dawî yên li ser berxwedana serdemê ji bloga me ya zindî bişopînin. -
620 hunermendên Îranî destek dan berxwedana Efrînê -NÛ BÛ
620 hunermend, lîstikvan, derhêner, nivîskar, mûzîsyen, helbestvanên Îranî mohra xwe danîn binê kampanya îmzeyan a ji bo Efrînê. -
Hevseroka HDP'ê ya Mersînê hate binçavkirin
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Mersînê Fatmagul Demîrtag hate binçavkirin. -
Leşkerên DYA'yî yên li Iraqê wê tenê ji bo perwerdeyê bin
Yekîneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li Iraqê dihatin hiştin, wê dema bê tenê ji bo perwerdeyê tevbigerin. -
Çalakiyên ji bo Efrînê bê navber dewam dikin
Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê bê navber dewam dikin. Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan, komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan dike şermezar kirin. -
Serdana Erdogan a li Vatîkanê hate şermezarkirin
Serdana Erdogan a li Vatîkanê ku Papa ziyaret kir, duh li gelek bajarên Îtalyayê hate şermezarkirin. Li paytexta Îtalya Romayê polîsan êrîşî çalakgeran kirin û ji ber vê yekê kesek birîndar bû. -
Mûstafa: Çalakiyên me wê dawiyê li bêdengiyê bînin
Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Abdulselam Mûstafa got, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê bi çalakiyên gelê Kurdistanê û dostên wan dikarin bên şikandin. -
ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Sibata 2018'an.