ROJANE
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat rexne kir ku qanûna divê were Meclîsê, ji aliyê desthilatdarî ve dereng tê xistin û got, pêvajo li ser gotina “terorê” meşandin, ji bo çareserî û demokratîkbûnê encamên baş nade.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin got, qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoya bêçekbûnê tê plankirin divê eşkere û xwedî çarçoveyeke hiqûqî be ku komên çekdar hemûyan di nava xwe de vehewîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û got, "Hevalê Fûat ew hevalê me bû ku heqîqeta Rêbertî herî baş fêhm dikir û ji hevrêyên xwe re bi rengê herî baş vedigot."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
QSD’ê bîlançoya rojê ya li Efrîn eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya rojê ya Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê ragihand di şer û operasyonên paqijkirinê de bi dehan leşker Tirk û çeteyê wê hatine kuştin.
-
-
-
Dest danîn ser kaxizên A-4 ên girtiyan
Li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Odemîşê, rêveberiya girtîgehê destê danî ser kaxizên A-4 ên girtiyan û girtî ji bo ku nikaribin nameyan binivîsin, hatin astengkirin.
-
-
-
-
Meşa enternasyonalîstan a ji bo Ocalan û Efrînê dest pê kir
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê, 200 enternasyonalîstên ji gelek welatan li Luksembûrgê li hev civiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştre ber bi Strasboûrgê ve dest bi meşa dirêj kirin.
-
-
-
-
Swêd: Êrîşa li hember Efrînê li dij hiqûqa navneteweyî ye
Li parlamenta Swêdê êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê hatin nîqaşkirin. Wezîra Karên Derve Magot Wallstrpm diyar kir ku êrîş li dij hiqûqa navneteweyî ye. Wêkîlan jî gotin, "Kurd li dijî DAIŞ'ê lehengên me ne. Divê em piştgiriyê bidin wan."
-
-
-
-
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 20'AN DE YE
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê ku 20'ê Çileyê dest pê kirin ev 20 roj in dewam dikin. Artêşa Tirk ku derbên giran ji QSD'ê dixwe, êrîşî sivîlan dike. Şer bi giranî li ser sînor diqewime.
-
Sala 20'an divê bibe sala azadkirina gelê Kurd û rêberê wê
Rêberê Gelê Kurd ev 19 sal in li ber xwe dide û bi berxwedanê dikeve sala 20´an. Sala 2´an hem wê li Îmraliyê û hem jî li Kurdistanê bibe salek ku berxwedan wê lê xurt be. Sala 20´an wê weke têkoşîna azadkirina Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd derbas bibe.
-
Di medya cîhanê de nûçeyên li ser Efrînê
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê cihekî berfireh di medya cîhanê de digirin. Armanca Tirkiyeye, helwesta DYA û berpirsyariyên dewletên din tên nirxandin.
-
-
Şehîdên xwerêveberiyê li Berlînê hatin bîranîn
Di şexsê siyasetmedarên Kurd Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç de, hemû şehîdên xwerêveberiyê li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.
-
'Di vî şerî de wê desthilatdarî têk biçe'
Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim li ber êrîşên li ser Efrînê rabû û got, "Ti ji hewldanên dagirkeriyê heta niha bi ser neketiye. Di vî şerî de yê tê biçe wê desthilatdarî be, yê bi ser bikeve jî wê gelê Efrînê be."
-
Sendîkaya SIPTU ya Îrlandayî: Bila tavilê şer bê sekinandin
SIPTU nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Îrlandayê re şand û bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Sendîkayê ji wezîr xwest, ku ji bo rawestandina vî şerî bi hemû hêza xwe tavilê bikeve nava liv û tevgerê.