Mûstafa: Çalakiyên me wê dawiyê li bêdengiyê bînin
Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Abdulselam Mûstafa got, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê bi çalakiyên gelê Kurdistanê û dostên wan dikarin bên şikandin.
Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Abdulselam Mûstafa got, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê bi çalakiyên gelê Kurdistanê û dostên wan dikarin bên şikandin.
Nûnerê PYD'ê yê li Ewropayê Abdulselam Mûstafa, bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê rexne kir. Mûstafa bang li her kesên ku xwedî li nirxên însanî derdikevin kir ku tevlî çalakiyên protestoyî bibin.
Nûnerê PYD'ê bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê bi sedan sivîl hatin kuştin, bi giranî hatin birîndarkirin; bombe li cih û warên sivîl hatin barandin, hatin talankirin, cihên dîrokî û îbadetxane hatin hilweşandin. Mûstafa bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û dewletên Yekîtiya Ewropayê rexne kir û got, bi berxwedana Kurdan û dostên wan wê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ji holê werin rakirin.
'ENCAMA DIJMINATIYA LI KURDAN E'
Abdulselam Mûstafa da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk tinekirina destketiyên Kurdan e û wiha dewam kir: "Armanca dewleta Tirk eşkere ye. Ji destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ve dixwze pêşî li destketiyên Kurdan bigire, ya jî ji holê rake. Destpêkê li Serêkaniyê xwest vê bike, piştre jî li Kobanê. Niha jî êrîşî Efrînê dike. Ewilî bi rêya komên selefî kir. Ji ber ku nekarî bi ser bixîne, niha bi xwe dike. Dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan ji zûde ye. Bi ti awayî naxwaze Kurd bibe xwedî statu. Ev êrîş û dijminatî ji ber vê yekê ye."
'RÛSYA DIXWAZE KU EM XWE TESLÎMÎ REJÎMA SÛRIYEYÊ BIKE'
Mûstafa işaret bi rola Rûsyayê kir ya di êrîşên dewleta Tirk de û got, "Ji destpêkê ve me pişta xwe nespart ti hêza navneteweyî. Ev yek ji bo Rûsyayê jî derbas dibe. Ji xwe armanca Rûsyayê ji destpêkê ve diyar e. Dixwaze ku em xwe teslîmî rejîma Sûriyeyê bike. Ji bo vê jî şertan datîne pêşiya me. Me ev qebûl nekir, em qebûl jî nakin. Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hin bazariyên cuda jî hene. Bi taybetî ji Tirkiyeyê dixwaze bes alîkariyê bide rêxistinên mîna El Nûsra yên li Îdlibê. Ji ber vê yekê jî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê jinedîtî ve tê.
BERXWEDANEKE MEZIN HEYE
Em tenê bi gelê xwe û hêza xwe piştrast in. Niha şervanên li Efrînê bi moraleke xurt li ber xwe didin. Ji artêşa Tirk gelek kuştî çêdibin. Leşker dimirin, wesayitên leşkerî tên teqandin, lê van hemûyan vedişêrin. Şehîdên me jî hene, hejmara şehîdên me yên sivîl zêdetir e. Dewleta Tirk nikare encamekê bi dest bixe. Ji ber ku ew der bajarê me ye, axa me ye, mirovên me ne. Ji xwe dewleta Tirk ji ber vê yekê êrîşî zarokan, jinan, mirovên sivîl, sewalan û berhemên dîrokî dike. Hovîtiyê dike."
'CÎHANA ROJAVA DURÛ YE'
Nûnerê PYD'ê bal kişand ser bêdengiya cîhana Rojava ya li pêşberî vê yekê û anî ziman ku bi vê bêdengiyê êrîşên dewleta Tirk erê dikin. Mûstafa got, "Yekîtiya Ewropa ji ber têkiliyên aborî bêdeng e. Em nizanin bê li pişt perdeyê çi diqewime. Belê em car carna aciziyan dibînin, lê belê heta niha kesî ev aciziya xwe bi rengekî fermî neaniye ziman. Ev şervanên ku li gelek cihên Sûriyeyê DAÎŞ têk birin, îro li Efrînê ne. New ji wan bûya, DAÎŞ'ê wê îro Ewropa bikira gola xwînê. Ew bi xwe jî dibêjin, 'ne ji we bûya wê DAÎŞ hê bêhtir belav bibûya, bibûya belayê serê mirovahiyê', lê mixabin tevî vê yekê jî bêdeng in. Em vê bêdengiyê rexne dikin û vê yekê weke polîtîkayên durû dibînin."
'DIVÊ EM ÇALAKIYÊN XWE MEZINTIR BIKIN'
Nûnerê PYD'ê yê li Ewropayê Abdulselam Mûstafa işaret bi girîngiya çalakiyên li Ewropayê yên ji bo xwedîderketina li Efrînê kir û got, "Gelê me, hêzên demokratîk û dostên me ev du hefte ne li ser piyan e, çalakiyan li dar dixin. Em van çalakiyan pîroz dikin û spasiya her kesî dikin. Divê em van çalakiyan mezintir bikin. Em xwedî li xwe dernekevin wê kes xwedî li me dernekeve. Desthilatdarên li Rojhilata Navîn bi sedan salan ji gelê xwe bawer nekirine. Lê rewşa me berevajî vê ye. Em bi gelê xwe piştrast in. Berxwedana heyî ya li Efrînê nîşaneya şênber a vê yekê ye. Gelê me bi me, em jî bi gelê xwe piştrast in. Lewma divê gelê me yê li Ewropayê çalakiyên xwe biçûk nebîne. Bandoreke mezin a van çalakiyan heye. Ev çalakî Tirkiye û dewletên Yekîtiya Ewropayê tengav dikin. Rûyê gemarî yê van êrîşan nîşanî raya giştî ya cîhanê didin. Lewma divê çalakî bên xurtkirin û bandorê li Yekîtiya Ewropa û DYA bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me bi xwedîderketina li Efrînê re şoreşa xwe biparêze. Bir rêya van çalakiyan em ji aliyê leşkerî û siyasî ve êrîşên dewleta Tirk bişikînin."