Piştgiriya ji bo 'Berxwedana Serdemê' dewam dike

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê duh jî li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidaxistin. Di çalakiyan de 'Berxwedana Serdemê' hate silavkirin û bêdengiya welatên Ewropayê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Hollandayê dijîn bi pêşengiya DEM-NED'ê li ber Wezareta Karên Derve li hev civiyan û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike şermezar kirin. Berdevka TJK-E Dilşah Osman û Berdevkê Komîteya Parastina Efrînê Egîd Helbest piştî axaftina li vir dosyayek li ser komkujiyên li Efrînê hatin kirin radestî rayedarên Wezareta Karên Derve kirin. Osman û Helbest gotin ku rayedarên wezaretê ji ber hevdîtinê kêfxweş bûne û ji wan re gotine ku wê daxwazên Kurdistaniyan di civîna NATO'yê de bînin ziman.

BERLÎN: Konê berxwedanê yê li paytexta Elmanya Berlînê hate vedan di roja duyemîn de ye. Bi navê ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Azad çalakî dewr girtin. Di çalakiyê de belavokên ji gelek zimanan hatin belavkirin û wêneyên sivîlên di komkujiya Efrînê de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin.

BREMEN: Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirker û xemsariya Dewleta Elman, ev 2 roj in li ber avahiya parlamenta eyaletê çalakiyan li dar dixin. Bİ navê PYD'ê Dayika Selîm axivî û got, "Divê Kurd bi hêza xwe piştrast bin û her roj li ber xwe bidin. Eger ev berxwedan bidome em ê bi ser bikevin."

DÛÎSBÛRG: Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi navê 'Platforma Xwedîderketina li Efrînê' ava kirin. Piştî ku 2 komîsyonên di nava platformê de hatin avakirin, ji bo destekkirina Efrînê hin biryar hatin girtin.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê Kurdistaniyan li Lûîzaplatzê mîtîngek lidar xistin. Ji ber êrîşa komeke faşîst a li mîtîngê alozî derket û 2 çalakgerên Kurd hatin binçavkirin. Kurdistaniyan dan xuyakirin ku heta binçavkirî neyên berdan ew ê ji qadê neçin û piştî ku 2 çalakgerên Kurd hatin berdan girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer, faşîst Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê" dawî li çalakiya xwe anî.

GÎESSEN: Li kolana Kûgelrûnnen a bajarê Gîessen ê Elmanayyê mîtîngek hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan ên Elman tevlî bûn. Di çalakiyê de çepgirên Elman belavok xwendin û belav kirin.

HANNOVER: Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan li ber gara trenê li hev civiyan û êrîşên Erdogan û çeteyên wî Yên li ser Efrînê şermezar kirin. Girseya gel ji vê derê heta meydana Steîntor meşiya.

STÛTTGART: Bi pêşengiya 'Platforma Êdî Bes e ya Stûttgartê' çalakiya nobedê ev 18 roj in li meydana Schlossplatzê dewm dike. Li vê meydanê ku weke meydana Kobanê jî tê naskirin, li ser berxwedana Efrînê belavok hatin belavkirin.

ATÎNA: Kurdistaniyên ku bi pêşengiya jinan li paytexta Yewnanîstan Atînayê li hev civiyan, ber bi şaxê ÛNÎCEF'ê ve meşiyan. Girseya Gel li ber avahiya ÛNÎCEF'ê dowîzên ji wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin û alên YPG/YPJ'ê hilda. Bi navê Meclîsa Jinê Hûriye Sert li vir axivî û got, "Ji van wêneyan jî hûn dibînin ku zilm û komkujî li Kurdan tê kirin. Cîhan vê nabîne, naxwaze bibîne." Piştî daxuyaniyê dosyayek li ser agahiyên li ser rewşa dawî ya li Efrînê radestî şaxê ÛNÎCEF'ê hate kirin.

BRUKSEL: Ji bo destekkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirk, Kurdistaniyan li paytexta Belçîka Brukselê mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

FREDERÎCÎA: Li bajarê Frederîcîa yê Danîmarkayê Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya PYD Danîmarkayê adketin qadan. Di çalakiyê de bêdengiya dewletên cîhanê ya li pêşberî kuştina sivîlan ahte şermezarkirin û li ser komkujiyên hatine kirin belavok hatin belavkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" qediya.

ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li ser pira Belevûe li hev civiyan û bi çalakiya 'zincîra ji mirovan' bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê. Girseya gel piştî demekê ber bi gara Stafdelhoffenê ve meşiya û li dijî dewleta Tirk dirûşm qîriya.

CENEVRE: Kurdistaniyan û dostên wan li bajarê Ceneveyê konê agahdarkirinê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî vedan û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

LOZAN: Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, Kurdistaniyan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xistin rojeva Parlamenta Kantona Vaûdê. Kurdistaniyan dosyayek li ser êrîşan pêşkêşî Parlamenta Kantonê kirin û bi parlamenterên Partiya Karker a Swîsreyê (POP) re hevdîtin kirin. Ji parlametnerên POP'ê Keller Venson da xuyakirin ku êrîşên li ser Efrînê ne yên qebûlkirinê ne û got, ji bo Swîsre li dijî vê hewldana dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê wê mijarê bixe rojeva parlamenterê.

STOCKHOLM: Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê duh li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Swêdê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên jin û zarokên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatin kuştin, hatin hilgirtin. Her wiha li ser sûcên ku dewleta Tirk li dijî mirovahiyê dike, belavok hatin belavkirin.

HELSÎNGBORG: Li bajarê Helsîngborg ê li başûrê Swêdê jî Kurdistanî ji bo Efrînê careke din daketin qadan. Xwepêşandan li meydana Storatorgetê pêk hat û komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Her wiha bang li Hikumeta Swêdê, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li dijî komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê.