ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Enternasyonalîst: Em ê li dijî desthilatan li ber xwe bidin û serbikevin
Enternasyonalîstên ku di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêv de li mîtînga li pêşiya NY’yê hate lidarxistin, axivîn peyama “Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî mirovahiyê ye, em bêdengiya desthilatan qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.” dan. -
Dadgeha AKP’ê biryara ‘domandina girtinê’ ji bo Demîrtaş da
Biryara domodina rewşa girtinê ji bo Selahattîn Demîrtaş hata dayîn. -
Bi hezaran kes bangî NY kir: Komkujiya li Efrînê bisekinînin!
Bi hezaran kes di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêvê de bi mîtîngekê li ber NY li hev civiyan, bang li NY kirin ku komkujiya li Efrînê bisekinîne û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Muslim jî peyama ‘Yên li ber xwe didin wê serbikevin’ da. -
Li Rûsyayê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Rûsyayê salvegera 15’ê Sibatê, Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Dozger xwest ku Demîrtaş girtî bimîne
Dozger xwest ku Selahattîn Demîrtaş girtî bimîne. -
Denîz Yucel hate berdan
Nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel hate berdan. Serokwezîrê Tirk Yildirim gotibû, "Bi dîtina min wê di demeke kin de gavek bê avêtin." -
Nûçegihanê Sûryanî: Dema ku Osmanî hildiweşîn jî wiha êrîş dianîn
Nûçegihanê Sûryanî Jacob Mîrza bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên ser Efrînê û got ev bandora xwe li tevahiya herêmê dike. Mîrza got Erdogan ji hêzê dikeve ji bo wê êrîşê tîne û got ev dem dişibe dema hilweşîna Osmaniyan. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 28'AN DE YE
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîdeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê ji 20'ê Çileyê bê navber dewam dikin. Li gelek eniyan şerekî dijwar diqewime û bomberdûman tê kirin. Hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî rewşa dawî ya li Efrînê bişopînin. -
Kalkan: Komplo hate pûçkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî: Bi têkoşîna 19 salan a Rêber Apo, bi têkoşîna azadiyê ya tevger û gelê me komplo bi giştî ronî bû, hate parçekirin û têkbirin. -
HDK û HDP'yiyên binçavkirî wê bînin Edliyeyê
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû û hevserok û hevberdevkên pêkhateyên HDP'ê ku beriya kongreya HDP'ê hatin binçavkirin wê îro bînin Edliyeya Enqereyê. -
KNK: Divê cerdevan xwe nekin makîneya kuştinê ya dewletê
Konseya Rêveber a KNK'ê işaret bi plana qirêj a rejîma AKP-MHP'ê kir ku dixwaze cerdevanan bişîne Efrînê û Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. KNK'ê bang li cerdevanan kir ku rê nedin vê bêbextiyê. -
Banga li Serokwezîrê Swêdê: Tirkiyeyê şermezar bikin
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ji Serokwezîrê Swêdê Stevan Lofven xwest ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar bike. -
Pentagon: Li ser çûna çekên DYA ji bo Efrînê 'delîl nîne'
Wezareta Parastinê ya DYA bi daxuyaniyekê ragihand ku berevajî îdîayên Tirkiyeyê ti delîl nîne ku nîşan bidin ku çekên ji YPG'ê re hatine dayin çûbin Efrînê. -
Li Senatoya Fransayê tevlîbûna li banga ji bo Efrînê zêde dibe
Endamê Senatoya Fransayê Olîvîer Loenhardt, ji bo hikumet destekê bide Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kir. Heta niha 41 senator tevlî kampanyayê bûne. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî komployê û êrîşên li ser Efrînê
Li gelek bajarên Ewropayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku bi saya têkoşîna mezin a Ocalan komplo bi ser neketiye. -
Li rojnameya herî mezin a Norwêcê îlana ji bo Efrînê
Li Norwêcê, akademîsyen, nivîskar, helbestvan, artîst, aktîvîst, siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl jî di nav de bi dehan kesayet û saziyan îlanek dan û xwestin ji bo Efrînê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. -
'Ev meş raperîna gelan a li dijî serdestan e, emê bi ser bikevin'
Ezîl Norem ku ji Barcelonayê tevlî meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê bû got, Ocalan ji bo cîhaneke ku jiyan lê pêkane, perspektîfeke nû pêşkêşî gelan kiriye û bi saya tevgera Kurd gelên cîhanê ji nû ve rabûye ser piyan. -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Sibata 2018'an. -
Piştî hevdîtina Tîllerson ji DYA’yê daxuyanî: Mijara esasî divê DAIŞ be
Di daxuyaniya piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê bi Serokkomarê Tirk re hate kirin û şûnde peyama divê ‘Mijara esasî têkoşîna li DAIŞ’ê be’ hate dayîn. -
Heyeta KE'yê bi HDP'yiyan re civiya
Heyeta di bin seroktiya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Throbjorn Jagland de bi heyeta HDP’ê re di derbarê pêşketinên li Rojava hevdîtin pêk anîn. -
Rojeva Rojê
15'ê Sibat 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Îngîltere, Avûstûrya û Yûnanîstanê portestoyên 15’ê Sibatê
19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê tên protestokirin. -
Meşvanên meşa dirêj li Civêv ne: Gel û berxwedan bi ser ket
Meşvanên meşa dirêj a Lozan-Cinêv gihişte Cinêvê. Meşvanên ku bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “NY êrîşên li Efrînê bidin rawestandin” hatin pêşiya avahiya NY’yê ya Cinêv, meşvanan bang li NY’yê kir ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê. -
Li Berlînê Yildirim bi dirûşmeya ‘Qatil’ hate pêşwazîkirin
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ji bo bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re bicive hate Berlînê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi mîtîngekê hate protestokirin.