ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsên Elman xwe li pankarta ‘Xwe ragire Efrîn’ ranegirtin!
Polîsên Elman xwe li pankarta bi nivîsa ‘Xwe ragire Efrîn’ a li avahiyeke dîrokî ya li bajarokê Wndland ê eyaleta Saksonya Jêr a Elmanya ranedgirtin. -
Bûldan: Wê di ‘3 saetan de’ biketanê, bû 32 roj!
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku dewleta Tirk li Efrînê têk çûye û got,’Gotin, em ê di 3 setan de bikevinê, paqij bikin, lê ev 32 roj in hewl didin bikevinê’. -
YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên li Dêra Zorê şehîd bûn, eşkere kir. -
Kemalbay bi şertê "qedexeya derketina derveyî welat" hate berdan
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derveyî welat" hate berdan. -
Demîrtaş: Birêz Ocalan jî, me jî serî netewand
Selahattîn Demîrtaş li ser axaftina xwe ya li rûniştina dozê daxuyaniyek da, ku axaftina wî bi rengekî şaş hate weşandin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 32'AN DE YE
Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeran di roja 32'an de ye. Hêzên Tirk ên dagirker duh bombe li gelek cihên sivîlan barandin. Duh bi şev li gelek herêmên Efrînê şer qewimî. Rewşa dawî ya li Efrînê hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî bişopînin. -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo Efrînê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de bal hate kişandin ser sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin. -
Platforma Piştevaniya Efrînê ya Belçîkayê bang kir
Platforma Piştevaniya Efrînê ya Belçîkayê bang li saziyên navneteweyî kir ku pêşî li hewldana dagirkirinê û komkujiyên li Efrînê bigirin. Platformê destnîşan kir ku divê li dijî rejîma Erdogan tedbîr werin girtin. -
Tifaqa Ums Ganze destek da berxwedana Efrînê
Tifaqa ums Ganze li ber êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê rabû û destnîşan kir ku wê lehengên li Efrînê li ber xwe didin bi tenê nehêlin. -
Malbatên windayan: Li Efrînê sivîl û rastî tên kuştin!
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê dan û gotin, "Sivîl tên kuştin. Bila êrîş tavilê bên rawestandin. Divê gelê Tirk jî li hemberî êrîşan bêdeng nemîne." -
Sendîkaya madenê ya Îngilîz tevlî kampanya ji bo Ocalan dibe
Piştî sendîkayên ku bi milyonan karkeran temsîl dikin, yek ji sendîkayên sereke yên madenê yên Brîtanyayê Durhan Miners Association jî ragihand ku wê tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bibe. -
Karayilan: Êrîşa li ser Efrînê berfirehkirina komployê ye
Karayilan: Ew dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê re komployê nûjen bikin. Niha gelek heval vê nirxandinê dikin; "Êrîşa li ser Efrînê dewama komployê ye." -
ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Sibata 2018'an. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketin eli pêş... -
Li Berlînê 4 Kurdistaniyên di sala 1999’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn
4 Kurdistaniyên ku di çalakiya şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 17’ê Sibata 1999’an li ber Sefaretxaneya Îsraîl a li Berlînê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Girtiyên li Xarpêtê: Ev 2 roj in êşkenceyê li me dikin!
Girtiyên li Xarpêtê xwe gihandin malbatên xwe û diyar kirin ku êşkence li wan tê kirin. Malbatan jî banga bihistyariyê kirin. -
Rêveberiya nû ya HDP'ê diyar bû
Rêveberiya nû ya HDP'ê û erkên wan hatin eşkerekirin -
Li Atînayê ji bo Efrînê kon hate vedan
Kurdistaniyan li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn ji bo Efrînê kon vedan. -
Salih Muslim: Bi çekên NATO’yê sîvîl tên kuştin
Nûnerê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê civîneke çapemeniyê li dar xist. -
'Divê Îran helwesta xwe ya li dijî dîktator Erdogan zelal bike'
Parlamenterê Mahabadê Mahmûd Celalîzade ji Parlamenta Îranê axivî, li ber êrîşa li ser Efrînê rabû û got, "Erdogan kesekî kujer e, kesekî dîktator e. Divê dewleta Îranê helwesta xwe ya li dijî vî dîktatorî zelal bike." -
Divê eskerên Tirk ji başûr bên qewirandin
Ev cihên eskerî êdî ji bo Kurdan bûye mijara rûmet û namûsê. Dewleta Tirk li her derî dijminahiya Kurdan dike, di dema dagirkirina Kerkukê de helwesta Tirkiyeyê li holê bû. Cihên eskerî yên Tirkan hê jî li Başûrê Kurdistanê ne. -
Îran li balafira xwe ya winda digere
Lêgerîna li balafira rêwiyan a Îranê ku roja Înê winda bû, dewam dike. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 31'Ê DE YE
Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 31'ê de ye. Şervanên YPG/YPJ'ê duh li gelek cihan li hêzên dagirker xistin. Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê jî ragihand ku hêzên dagirker çeka kîmyewî bi kar anîne. Şer û bomberdûman dewam dike. -
Jeremy Corbyn: Divê êrîşên li ser Efrînê tavilê bên rawestandin
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn xwest, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê tavilê bên rawesatndin. -
Xaça Sor wê ji bo Efrînê li Girava Gotlandê çalakiyê li dar bixe
Xaça Sor wê li Girava Gotland a Swêdê, tevî rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî xwepêşandanekê li dar bixe û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, kuştina sivîlan bi van êrîşan şermezar bike û destekê bide berxwedana gelê Efrînê.