ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Belçîkayê rojeva Kurdistanî û dostên wan Efrîn e
Li Belçîkayê Platforma Piştevaniya Efînê biryara berfirehkirina aktivîte û çalakiyan da. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê 15'ê Sibatê dikevin greva birçîbûnê
Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku wê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî bikevin greva birçîbûnê ya 3 rojan. -
Li Yewnanîstanê Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan dimeşin
Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin. -
Ji bo meşa navendî ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hate kirin
Hevserokatiya CDK-F'ê ji bo meşa navendî ya li Strasboûrgê ku wê di salvegera 19'an a komploya navneteweyî de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Kana çekên li cem YPG’’ê ku Erdogan lê digeriya derkete holê!
Kana çekên li Efrînê ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî ku derbên mezin dixwar tim dianî rojevê derkete holê. -
Polîsan bi ser mala Kemalbay de girtin
Polîsan bi ser mala Endama Melcîsa Partiyê ya Kemalbay de girtin. -
Qaşo firotina tankan li gorî zagonên navneteweyî ye!
Heyeta ku ji pisporan pêk tê ya meclîsa federal li ser firotina tankên Leopard ên ji bo Tirkiyeyê sekinîn. Heyetê diyar kir ku, ‘firotina tankan li gorî zagonên navneteweyî ye.’ -
Li Çemê Merîçê herî kêm 10 penaber winda bûn!
Li Edîrneyê, herî kêm 10 penaberên ku dixwestin bi botê ji Çemê Merîçê xwe bigihînin Yewnanîstanê, winda bûn. -
Meşvanên Lozan-Cenevreyê: Her der Efrîn, her der berxwedan!
Roja duyemîn a meşa Lozan-Cenevreyê bi coş dest pê kir. Bi qîrîna dirûşma "Her der Efrîn, her der berxwedan" dewleta Tirk a dagirker tê şermezarkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî tê kirin. -
Erdogan vê carê jî Qibris bi dagirkirinê tehdîd kir
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Qibris bi ‘mudaxeleya leşkerî’ tehdît kir. -
Ji bo zarokên xwe li eniya berxwedanê ne
Lamîa Cemal ku zaroka xwe ya çar salî li malê hişt û berê xwe da eniya berxwedanê got, "Min ji zaroka xwe re got ku ji bo welatê xwe diçim. Ji ber ku biçûk e zêde fêhm nake, lê belê wê rojekê fêhm bike ku ji bo wan e." -
Serekê Zerdeştî: Erdogan li Efrînê têk diçe
Serekê Rûhanî yê Civata Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hwaîze diyar kir ku Erdogan li Efrînê têk diçe û nerazîbûn nîşanî bêdengiya êrîşên dagirker da. -
Rûsya, Tirkiye û Îran meha Adarê li hev dicivin
Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo nirxandina krîza Sûriyeyê meha Adarê ji nû ve li hev rûnên. -
Sabrî Ok: Cihê dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyeyê nîne
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku nabe dagirkeriya Tirk li ser bihosteke axa Efrînê û Bakurê Sûriyeyê bimîne û got, ji bilî derxistina dagirkeriyê ji nava axa Bakurê Sûriyeyê, gelê Efrînê ti çareseriyê qebûl nake. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 25'AN DE YE
Berxwedana Serdemê ya li Efrînê di roja 25'an de ye. Hêzên Tirk ên dagirker û dikin nakin nikarin bi şervanên YPG/YPJ'ê, êrîşî gundan û sivîlan dikin. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin. -
Li Hatayê kesên ji êrîşa Efrînê re gotin ‘na’ hatin binçavkirin
Li Hatayê siyasetmedar, sendîkavan û nûnerên rêxistina mafên mirovan jî di nav de bi giştî 27 kesên ku gotin 'Na ji şerê re' hatin binçavkirin. -
'Me ji bo Mandela kir, em ê niha jî ji bo Ocalan bikin'
Li Îngilîstanê di kongreyên sendîkayên karkeran, mamoste, ajokarên trenê, arkuj û ragihandina deryayî de ku bi milyonan endamên xwe hene, biryar hate dayin ku ji bo azadiya Ocalan bi rengekî çalak têkoşîn bê kirin. -
CNN: Nehêlin ku tecrûbeya demokratîk a li Rojava bê têkbirin
Li CNN International nûçeyek bi sernavê "Demokrasiya herî pêşketî ya cîhanê ava dibe. Nehêlin ku bê têkbirin" a bi îmzeya Rahîla Gûpta hate weşandin. -
KNK: Çawa ku gelê Kurd komplo pûç kir, wê êrîşên heyî jî bişikîne
"Bila dewleta Tirk bizane, gelê Kurdistanê weke beriya 19 salan çawa li ber xwe da, çawa komploya navneteweyî pûç kir, îro jî li ber xwe dide, wê heta dawiyê jî li ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bişikîne û wê welatê xwe azad bike." -
Li Swêd, Fransa û Elmanyayê çalakiyên ji bo Efrînê
Li gelek bajarên Swêd, Fransa û Elmanyayê ji bo piştgirtiya berxwedana serdemê ya li Efrînê çalakî hatin lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Der Standard: Ji ber Efrînê li Tirkiyeyê şîn û bêçaretî heye
Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Der Standard, ji pênûsa nûçegihanê xwe yê Tirkiyeyê nûçeyek bi sernavê "Li Tirkiyeyê ji ber Efrînê şîn û bêçaretî heye" weşand û işaret bi kuştiyên artêşa Tirk û 'bêçaretiya' li vî welatî kir. -
Yildirim ji bo bazareke din a qirêj bike tê Elmanyayê
Serokwezîra Elman Angela Merkel wê 15'ê Sibatê malovaniyê ji Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re bike. Hevdîtin li ser daxwaza Tirkiyeyê tê kirin û tê payin ku bi desthilatdariya Erdogan re bazariyeke din a qirêj bê kirin. -
Dosteke hêja ya gelê Kurd li Hambûrgê jiyana xwe ji dest da
Şoreşgera Elman Beate Reîss ku ji destpêka salên 1980'î ve dosta têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû li Hambûrgê jiyana xwe ji dest da. -
Dr. Maraz: Şoreşa Rojava li parzemîna me jî deng veda
Ji beşdarên meşa Luksembûrg-Cenevreyê Dr. Danîel Maraz ê ji Arjantînê diyar kir ku şoreşa Rojava çavkaniya îlhamê ya cîhanê ye û got, "Vê şoreşê li parzemîna em lê dimînin jî deng veda." -
ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Sibata 2018'an.