ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ewropa 3’yê Adarê ji bo Efrînê wê rabe ser piyan
Li Ewropayê 3’yê Adarê ji bo Efrînê wê meş çêbibin. Hate gotin ku divê meş geş û gur bin. Di meşan de wê Berxwedana Serdemê were slavkirin û dewleta Tirk were şermezarkirin. -
Êrîşên li ser girtiyên siyasî didomin
Êrîş û zextên li ser girtiyên siyasî didomin, malbatan banga bihistyariyê kirin. Li gelek girtîgehan li girtiyan dixin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 40'Î DE YE
Êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê yên li ser sivîlan dewam dike. Gundên navçeyên Cindirêsê, Raco, Şera û Mabeta jî tên bombekirin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersivê didin êrîşan. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin. -
Rapora çekên ku Swîsreyê firotine Tirkiyeyê hate eşkerekirin
Swîsre 2017’an bi bihayê 650 hezar frankî malzemeyên şer firotine Tirkiyeyê, ku Tirkiye li dijî Kurdan hiqûqa navdewletî jî binpê dike û komkujiyê li ser Kurdan dike. -
Di roja 40'î de şerê li Efrînê û hevsengên li Sûriyeyê
Li gel ku TC a endamê NATO’yê bi Rûsyayê re ji hêla leşkerî û aborî ve têklidar e jî DYA çima bêdeng e? Rejîma Sûriyeyê çima li dijî TC’ê pergala parastinê ya hewayê naxebitîne? -
Hunermenda bi saxî ji Aûschwîtzê rizgar bû ji bo Efrînê bang kir
Ji bo xwepêşandana girseyî ya roja Şemiyê ya li Efrînê ku ji bo Efrînê wê were lidarxistin, hunermend Esther Bejarano banga tevlîbûnê kir. Bejarano yek ji wan kesan e ku ji kampa komkirinê ya Aûschwîtzê bi saxî filitî ye. -
Çalakiyên ji bo Efrînê didomin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo berxwedana bêhempa ya Efrînê ku 40 roj in li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike, duh jî daketin qadan. -
Salih Muslim çima çû Pragê û çawa hate binçavkirin?
Salih Muslim ku ji bo tevlî konferanseke girîng bibe çûbû Pragê û li wir hatibû binçavkirin. Eşkere bû, AKP'yiyekî giliyê Muslim kiriye ku ev şexs yek ji beşdarên heman konferansê bû. -
ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Sibata 2018'an. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li dijî betalkirina wekîltiya Yilldirim û Ayhan helwest
HDP ji bo ku betalkirina wekîltiya Ahmet Yildirim û Ibrahîm Ayhan helwest nîşan da û got, ‘’Ev meclîseke wiha ye ku bûye noter. Ji bo ku we fêhm kiriye ku hûn nikarin li desthilatdariyê bimînin hûn wiha dikin.’’ -
Şervanên QSD’ê Îsmet Hesen li Swêdê hate bîranîn
Şervanê QSD’ê Îmet Hesen ê di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bibû, li Swêdê hate bîranîn. -
Wekîltiya Yildirim û Ayhan ên HDP’yî hate betalkirin
Wekîltiya Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim û Parlamenterê Riha yê HDP’yî Îbrahîm Ayhan hate betalkirin. -
Salih Muslim: Bi ser neketin!
Hevserokê Berê yê PYD’ê Salih Muslim piştî ku li Çekya hate berdan, dewleta Tirk destnîşan kir û got, ‘’Bi ser neketin’. -
Fermandarê dagirker mikur hat: Fîşekek jî ji Efrînê neteqiya!
Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi rê ve dibe li xwe mikur hat ku di şerê heft salan ê Sûriyeyê de, ji Efrînê fîşekek jî li dijî wan nehatiye teqandin. -
Sûcdariyên Tirkiyê yên li ser Mislim bersiv ji xwe re nedîtin
Sûcdariyên dewleta Tirk ên derbarê hevserokê berê yê PYD’ê Salim Mislim li daraza Çekya bersiv ji bo xwe nedît. Mislim bêyî ti şertî hate berdan. -
Bûrcû Çelîk nehate berdan
Parlamentera HPD’ê Bûrcû Çelîk ku biryara cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê ve hatibû betalkirin, di derbarê Çelîk te biryara domandina girtinê hate dayîn. -
Hêzên Tirk ên dagirker bombeyan li gundê Omera dibarînin
Balafirên şer ên Tirk û topxaneyên wan bombeyan li gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. -
Temellî: Em ê dîsa benda hilbijartinê hilweşînin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku artêşa Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dike û li wê derê sîvîl tên qetilkirin. Temellî qala hilbijartinê jî kir û got, “Em ê her bendê hilweşînin.” -
Dewleta Tirk li Cindirêsê 2 sivîlên din jî qetîl kir
Hêzên Tirk ên dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê carek din sivîl kirin hedef û 2 sivîlên din jî qetil kir. -
Salih Muslim hate berdan-NÛ BÛ
Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim hate berdan.. -
Nakî: Ê ku mirov be wê destekê bide gelê Efrînê
Lîsikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî got Kurdistanî û çi kesê ku dibêje ‘ez mirov im’ divê li berxwedana Efrînê xwedî derkevin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 39'AN DE YE
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrînê êrîşî sivîlan dike. Duh li Cindirêsê 5 sivîl hatin kuştin. Li gelek eniyan jî di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şer diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî bi rêya bloga me ya zindî bişopînin. -
Onder: Heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bidome
Parlementerê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bi dawî nebe. -
Şivanekî Efrînî revandin û gotin 'Me PKK'yî girtin'
Artêşa Tirk ku salên 90'î gundiyên Kurd dikuşt û digot "PKK'yiyan ew kuştine", li Efrînê bavê 5 zarokan Mihemed Kemal Horo revand û îdîa kir ku PKK'yî hatiye girtin. Malbata Horo ji ANF'ê re axivî û got ku zarokê wan şivantî dikir û hate revandin.