ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Hevdîtinên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dewam dikin'
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ragihand ku ew bi Tirkiyeyê re li ser alternatîfên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dixebitin û got, ji bo Sûriyeyê ew alîgirê çareseriya siyasî ne. -
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê û Muslim daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim bi rengekî ne hiqûqî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. -
Di doza siyasetmedarê Kurd de Sariyildiz qala sûcên AKP'ê kir
Di doza endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Oldenbûrgê Yûnûs Ogûr de ku di çarçoveya qanûna 129/b de tê darizandin, rûniştina heftan pêk hat. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz ji heyeta dadgehê re qala sûcên rejîma AKP'ê kir. -
Polîsên Munchenê li ser ala YPG'ê daxuyaniyeke sosret da
Polîsên Elman: Saziyên medyayê dikarin alê biweşînin, lê belê nabe ku saziyên medya civakî biweşînin. -
Dîe Lînke: Çekya ji bo alîkariyê bide Tirkiyeyê karên nebaş dike
Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) daxuyaniyek da û binçavkirina Salih Muslim li Çekyayê bi daxwaza Tirkiyeyê şermezar kir. Partiya Çep rexne li rêveberiya Çekya kir ku xizmetê ji Tirkiyeyê re dike. -
Fercwend xelata xwe diyarî Efrînê kir
Derhêner û wênevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Cemşîd Fercwend, xelata xwe diyarî berxwedana Efrînê kir. -
ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Sibata 2018'an. -
Bi dehan parlemeterên Ewropayê ji bo Muslim bang li hikûmeta Çekyayê kirin
Belavoka hevpara a bang li hikûmeta Çekya ya ku divê bi lezgîn Hevserokê Berê yê PYD’ê û Rêveberê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim bê berdan ku hatibû amadekirin, di nava demeke kurt a 24 saetan de 74 parlemeteran îmze kir. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li 3 navendan ji bo Efrîn û Muslim çalakî hate lidarxistin
Li Stockholm, Oberhaûsen û Bernê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê û endamê komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim ji aliyê Çekyayê ve, protestokirin. -
KCDK-E: Heta Salih Muslim bê berdan em di çalakiyan de ne!
KCDK-E, bal kişand ku girtina Salih Muslim re tê wateya destekkirina DAIŞ’ê û got: “Divê sibe her kes dakeve qadan û di nava çalakiyan de be.” -
Kurdistaniyan binçavkirina Muslim bi çalakiyan protesto kirin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ya li paytexta Çekya Pragê protesto dikin. -
Macron: Divê agirbest li Efrînê jî bikeve meriyetê
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Erdogan re axivî û jê xwest ku biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efrînê jî bi cih bîne. -
MŞD'ê xwest, Salih Muslim tavilê bê berdan
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bang li rêveberiya Çekya kir ku tavilê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim serbest berde. -
Hevserok û endamên Halkevlerî di greva birçîbûnê de ne
Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşat Aktaş jî di nav de 8 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin. Derket holê ku xwê û şekir nadin kesên di greva birçîbûnê de ne. -
KNK'ê sersaxî ji malbata Berkpinar xwest
KNK'ê ji ber wefata endamê xwe Ekrem Berkpinar, sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest. -
Agirbesta 'ne însanî' ya Neteweyên Yekbûyî bi cih nayê!
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo mehekê têkildarî Sûriyeyê biryara agirbestê da. Tirkiye biryar qebûl nekir û êrîşên xwe dewam kir. Endamên Neteweyên Yekbûyî yên ku rejîma Sûriyeyê dikin hedef, li pêşberî Tirkiyeyê bêdeng in. -
Têkildarî binçavkirina Salih Muslum agahiyên dawîn
Hat hînbûn ku dosyeya têkildarî Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslum duh li ser daxwazaTirkiyeyê li Pragê ya ku paytexta Çekyayê ye hatibû binçavkirin, negihiştiye dozgeriyê. -
Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê çi diqewime?
Li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, êşkenceya li girtiyên siyasî roj bi roj giran dibe. -
Rayedarên Başûrî ji bo Salih Muslim bang kirin
Rayedarên Başûrê Kurdistanê xwestin ku Salih Muslim tavilê were berdan û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Dagirkirina Efrînê êrîşa ji bo parastina statukoya sedsala 20'ane
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû bi bîr xist ku herî zêde Kurdan zerar ji statukoya sedsala 20'an a li Rojhilata Navîn dîtine û Tirkiyeyê jî sûd ji vê statukoyê wergirtiye. Karasû got, êrîşa li ser Efrînê ji bo parastina statukoya sedsala 20'an e. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 38'AN DE YE
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê dewam dkiin. Li aliyê Cindirês, Raco û Şerayê şerekî dijwar diqewime û bomberdûman dewam dike. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin. -
Şehîdên Efrînê li Kopenhagenê hatin bîranîn
Di şexsê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Alîşer Xelîkan, Bêrîtan Rojava û Hogir Amed de şehîdên Berxwedana Serdemê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hatin bîranîn. -
Kongreyên asayî yên NCDK û Meclîsên Jinan
Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsên Jinan ên li Ewropayê duh li gelek bajaran kongreyên xwe yên asayî li dar xistin. -
Li Grazê şeva Kurdên Anatoliya Navîn
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, 1. Şeva Piştevanî û Yekîtiya Kurdên Anatoliya Navîn hate lidarxistin.