Onder: Heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bidome
Parlementerê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bi dawî nebe.
Parlementerê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bi dawî nebe.
Di 28’ê Sibata 2015’an de di Civîna Dolmabahçeyê de deklarasyona aştiyê hate xwendin a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîbû holê. Li ser navê Kurdan Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken tevlî civînê bûn. Piştî 3 rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan got, “Lihevkirineke bi vî rengî çênebû, haya min jê tune.”
Li Tirkiyeyê di 3 salên dawîn de pêvajoyeke cihê tê jiyîn û em dikevin sala 3’emîn a Civîna li Dolmabahçeyê.
Parlementerê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder pêvajoya Dolmabahçeyê û rewşa îro ji ANF’ê re nirxand.
Onder têkildarî pêvajoya Civîna Dolmabahçeyê got ku, “Tiştên ku heta wê rojê çêbûbûn, bi kêmanî qasî wê rojê girîng bûn. Heta niha li ser vê erdnîgariyê, mirov dikare bibêje ku cara pêşîn ji bo çareseriya şer ‘muzakere’ hatibû qebûlkirin.
Rêzdar Ocalan girîngiyeke mezin dida bername û pêşkeşiyeke hevpar. İsrara wî ya ji bo Deklarasyona Dolmabahçeyê ev bû ku, bi qelsî û kêmasiyên berê, aştî û demokrasî pêk nayê. Dixwest dewletê bîne ser xeteke cîddî û spekulasyonan bi dawî bike. Dewletê jî dît ku êdî bi gotinên vala nikare bi pêş ve biçe. Bloka dewlet û îktîdarê li hemberî cîddiyet û aştiyê, laûbalî û şer tercîh kir. Rêzdar Ocalan jî diyar dikir ku heke dewlet û hikumet gavê neavêje, wê tiştên cihê pêk were. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku, tiştên ku ji demê û heta niha pêk hatine, Rêzdar Ocalan giş berê texmîn kiribû û xal bi xal diyar kiribû. Hemû pêşbîniyên wî pêk hatin.”
Onder têkildarî dîmenê li Civîna Dolmabahçeyê jî got ku, “Di wî wêneyî de tenê kesek xuya nake, ew jî Rêzdar Ocalan e. Rêzdar Ocalan mîmarê wî wêneyî ye. Heta ku Ocalan ew bi xwe di wî wêneyî de bi cih nebe, ew ê kaos bidome. Heke ew rûpel ji nû ve vebû em ê Rêzdar Ocalan jî di wî wêneyî de bibînin, divê em bibînin. Ji niha û şûnde pêvajo gavên biniya wî wêneyî êdî qebûl nake.”
Onder têkildarî Kongreya HDP’ê sêyemîn a ku 32 hezar kes beşdar bûn jî diyar kir ku, “Di kongreyê de me silav ji Rêzdar Ocalan re şand û ji ber vî tiştî lêpirsîn hate destpêkirin. Lê silavkirina Ocalan, silavkirina aştî û demokrasiyê ye.”
Onder ji bo tengijîna siyaseta Tirkiyeyê de jî got ku, “Tengijîna ku pêk tê, ew ê bi aştî û demokrasiyeke kolektîf çareser bibe. Berdêla ku dixwazin bidin HDP’ê, berdêla vî tiştî ye. HDP û hêzên demokrasiyê bi tevlêbûn, coş û bernameya xwe diyar kirin ku, nûnerê herî girîng ê vî tiştî ne û ew ê neyên îmhakirin.”