ROJANE
Hemû Nûçe
-
YSK’ê namzetiya Oker red kir, Elewiyan nerazîbûn nîşan da
HDP’ê Serokê Netewî Yê AABK’ê Tûrgût Oker ji rêza yekem a herêma 3’an a Stenbolê weke namzet nîşan da, namzetiya Oker ji aliyê YSK’ê ve nehate qebûl kirin. -
Li Kassel û Hanaûyê têkildarî hilbijartinan semîner hatin lidarxistin
Li Kasselê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi sernavê “Em Tirkiyeyeke çawa dixwazin?’ semîner hate lidarxsitin. Li Hanaûyê jî têkildarî hilbijartinan civîna gel hate lidarxsitin. -
ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Gulana 2018'an. -
Serlêdana malbatê ya bi Ocalan re cara 77’an jî hate redkirin
Serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ya cara 77’an jî hate redkirin. -
Ji bo HDP’ê û Demîrtaş li Darmstadtê stand hate vekirin
Li Darmstadtê têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê bi armanca piştgirkirinê ya ji bo HDP’ê û namzetê serokkomariyê y Selahattîn Demîrtaş standa agahdarkirinê hate vekirin. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
HDP’ê li Edîrneyê namzetên xwe dan naskirin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Edîrneyê, namzetê parlemeteriyê ya hilbijartina 24’ê Hezîranê dan naskirin. Hevserokê HDP’ê yê bajarê Edîrneyê Beşîr Belek ê di civînê de axivî, diyar kir ku wê li hemberî bêhiqûqiyên li welat ji Edîrneyê bersiv bidin. -
Oker: HDP wê ji bo hesreta Elewiyan bibe bersiv
Namzetê HDP’ê Turgut Oker, di civîna li Moersê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku tenê HDP dikare ji bo hesreta Elewiyan bibe bersiv û got: “Wê HDP di ji nû ve avakirina Tirkiyeyê de cih bigire. Divê bi teqez her kes biçe ser sindoqan.” -
Li Kolnê ji bo mîtînga mezin a hilbijartinê bang
Komîteya Amadekariyê ji bo mîtîna hilbijartinê ya ku wê sibe li Kolnê bê lidarxistin daxuyaniyek da, ji bo mîtîng bi girseyî bê kirin, banga divê her kes rola xwe bilîze hate kirin. -
ANC li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabû
Gelek rayedarên Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) piştgirî dan çalakiyên ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bên lidarxistin. -
5 meh cezayê girtîgehê dane Sebahat Tûncel
5 meh cezayê girtîgehê dane Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel. Ceza nehate taloqkirin. -
Baro wê li bara Roboskê bêdeng bimînin?
Baroyên ku di pêvajoya hiqûqî ya derbarê Komkujiya Roboskê sersarî kirin, bêdengiya xwe didomînin. Malbat xwedî helwest in û li bendê ne ku baro ji ber rewşê kêmasiyê bînin ser xwe. -
Karê AKP'ê yê hilbijartinê: 5 kes li Kocaeliyê hatin destgîrkirin
Li Kocaeliyê, 5 kes bi hinceta parvekirinên li medya civakî hatin destgîrkirin. -
Rojnameya Yenî Yaşamê dest bi weşana xwe kir
Rojnameya Yenî Yaşamê ya ku îro dest bi weşana xwe kirî, armanc dike ku xeteke pirreng li ber xwe deyne. Her wiha bibe dengê zarok, ciwan, jin, kedkar, karker û xwendekaran. -
Li medya civakî kampanya li dijî tecrîdê: #TecritiKır
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser medya civakî kampanya bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest pê kir. -
Fîscher: Li Rojhilata Navîn 'şerê 30 salan' heye
Li gorî yek ji wezîrê karên derve yê berê yê Elmanyayê Joschka Fîscher di serî de şerê li Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn û 'şerê 30 salan' ê sedsala 17'an a li Ewropayê pir dişibin hev. -
Di qanûna parastinê ya DYA de cihê Tirkiye û QSD'ê
Pêşnûme qanûna DYA ya li ser budçeya nû ya parastinê, piştî Meclîsa Nûneran li komîsyona Senatoyê jî bi 'versiyonên' cuda hate qebûlkirin. -
Texier: Biryara dadgehê ya li ser Tirkiyeyê, çekeke exlaqî ye
Dadgerê Dadgeha Gelan a Daîmî Philippe Texier ku dewleta Tirk ji ber 'sûcê şer' û 'sûcê dewletê' mehkûm kir, anî ziman ku ev biryar çekek exlaqî ye li dijî Tirkiyeyê. -
Suryanî wê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin HDP'ê
Alîkarê Serokê Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê Edîp Arslan destnîşan kir ku Suryanî wê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş. Arslan got, "HDP partiya me ye." -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş... -
Daxwaza serlêdana parêzeran a bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Serlêdana hevdîtinê ya 758’an a parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa hate redkirin. -
DYA’yê 4 şirketên Tirk jî xiste di nava lîsteya pêkanînan de
Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê ji ber sedemê têkiliyên bazirganî yên li gel Îranê, biryara pêkanîna li dijî 4 şirketên Tirk da. -
NAV-DEM ji bo çalakiyê 26’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir
NAV-DEM, navnîşanên çalakiyên 26’ê Gulanê Roja Çalakiyên Girseyî eşkere kir. Banga tevlîbûna xurt li her kesê hate kirin. -
Balûken: Wê 24’ê Hezîranê bersiva dadgehê bê dayîn
Parlemeterê HDP’ê Îdrîs Balûken ê rehîn tê ragirtin, bal kişand ser demê biryara dadgehê ya derbarê wî û got: “Wê gelê me yê bi rûmet bersiva pêwîst 24’ê Hezîranê li ser sindoqên hilbijartinê bi awayekî herî baş bide.” -
HDP: Dadgehên Tirkiyeyê jî tevlî ‘Tifaqa Cûmhûrê’ bûne
HDP’ê diyar kir ku dadgehên Tirkiyeyê bûne amûra tasfiyekirinê û dadgehên Tirkiyeyê jî tevlî ‘Tifaqa Cûmhûrê’ bûne. HDP’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên li dijî Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê da.