ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
HDP bi Sekreterê Giştî yê KE û Seroka MPKE’yê re civiya
Heyeta HDP’ê ya di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan de, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) û Seroka Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer re civiyan. -
20 kes hatin berdan, daxwaza girtina 13 kesan hate xwestin
Ji rojnamevan û siyasetmedarên ku li Amedê hatibûn destgîrkirin 20 jê hatin berdan, daxwaza girtina 13 kesan hate xwestin. -
NÛ BÛ- Biryara berdana Bûrûsûn hate dayîn
Di doza Keşe Andrew Craîg Brûnson ê bûbû sedema aloziyên di navbera Tirkiye û DYA’yê de, daraza Tirk gavbi şûn ve avêt, qedexeya derve û ya girtina malê rakir û biryara berdanê da. -
Li Wanê bîlançoya binpêkirinan: 8536 bipêkirin pêk hatine
Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, binpêkirinên di nava 9 mehan bi raya giştî re par ve kir. Li gorî vê avêtine ser 237 malan, 282 kes hatine girtin, bi giştî 8536 binpêkirinên mafan pêk hatine. -
Oluç: AKP-MHP dixwazin bi êrîş û gefan di hilbijartinê de bi ser bikevin
Berdevkê HDP'ê Sarûhan Oluç bal kişande ser destgîrkirin û girtinan, got dixwazin bi zext û gefan di hilbijartinan de bi ser bikevin û got: ''Gel teqez li bajarên Kurdan wê vîna xwe nîşan bide''. -
Nûçegihan û siyasetmedar birin edliyê
Nûçegihan û siyasetmedarên ku bi operasyona destgîrkirinê ya qirkirina siyasî ya bi navenda Amedê hatibû destgîrkirin birin edliyê. -
Tîma êşkenceyê êrîş bire ser girtiyên li Edene!
Li Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F'yê tîmeke bi navê ''Hêzên Amade' êşkence li girtiyên bi navê Fîkret Kara û Hakan Încî kirin. Malbatan gotin, 'Vîna zarokên me ji wan xurtir e' û banga bihistyariyê kirin. -
Beştaş: Gel û HDP wê serî netewînin!
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, AKP dixwaze bi operasyonên li dijî siyasetmedar û rojnamevanan re desthilatdariya xwe bidomîne û serî li gel bitewîne. Beştaş destnîşan kir ku AKP wê bi ser nekeve. -
ROJEVA 12'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Cotmeha 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Li Amedê 2 parêzer hatin destgîrkirin, li Edeneyê kesek hate girtin
Di çarçoveya operasyonên siyasî yên rejîma Erdogan de li Amedê du parêzer hatin destgîrkirin. Di hefteyeke dawîn de bi sedan kes hatin destgîrkirin. -
Rojnameger Kîbriye Evren hate girtin
Rejîma Tirk, Amed jî tê de li gelek bajaran operasyon dabû destpêkirin. Di operasyonan de rojnameger Kîbriye Evren hate girtin. -
Li herêma Mexmûrê bahoza tozê rabû
Li herêma Mexmûr a bi ser bajarê Mûsil ê Iraqê ve di derdorî saet 15:00’an de bahozekî mezin a tozê rabû. -
Temellî: Yek kes heye îxbar dike ew jî Erdogan e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku AKP-MHP bi operasyonên qirkirina siyasî dest bi kampanyaya hilbijartinê kiriye û got: “Li aliyekê kampanyaya şidet, qeyûman û zilmê, li aliyê din kampanyayên çong tewandinê heye.” -
2018'an gelek nûçegihan hatin kuştin
Li tevahiya cîhanê hijmara nûçegihanên ku 9 mehên pêşî yên îsal hatin kuştin, ji ya tevahiya par zêdetir e. -
Hevdîtinên HDP’ê yên li Konseya Ewropayê didomin
Heyeta HDP’ê hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ku di bin sêwana Konseya Ewropayê de didomînin. Wê îro hevdîtin pêk werin. -
KCDK-E û TJK-E dîrokên çalakiyan eşkere kir
KCDK-E – TJK-E bal kişand ku Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîd bi berxwedanê wê bê şikandin û dîroka çalakî û meşên girseyî yên li welatên cuda bên kirin eşkere kir. -
Krîza dil li Aydogdu ê destgîrkirî da
Endamê Dîwana Hevseroktiya KCD'ê Hilmî Aydogdu ku li Amedê hatibû destgîrkirin, li ser êşa singê rakirin nexweşxane û ji bo ku li nexweşxanê krîza dil lêxist kirin bin kontrola lezgîn. -
Li Kerkûk û Tikrîtê teqîn pêk hatin
Di teqînên li Kerkûk û Tikrîtê pêk hatin de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. -
Li Stockholmê rejîma Îranê hate şermezarkirin
Rejîma Îranê ku zexta li ser gelê Kurd û kedkaran zêde dike li paytexta Swêdê Stockholmê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Êdî dem e ku îrade bê nîşandan
Erkeke sereke ya hêzên siyasî yên Kurd û gelê Kurd e ku şerê psîkolojîk yê Tayyîp Erdogan pûç bike. Erka yekem a têkoşînê pûçkirina şerê psîkolojîk e. Heta ku ev şer neyê pûçkirin mirov nikare di têkoşîna siyasî de serketî be. -
Keskîn: Ji bo aştî û demokrasiyê deng bidin me
Parêzer Eren Keskîn ji bo hilbijartina Baroya Stenbolê namzeta Platforma Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz e. Keskîn got, "Ez ji hempîşeyên xwe dixwazim ku ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan dengê xwe bidin me." -
ROJEVA 11'Ê COTMEHÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Cotmeha 2018'an. -
Qurbaniyên komkujiya Enqereyê li Bernê hatin bîranîn
Kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin bîranîn.