ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Heta ku hesabê komkujiyê neyê dayin, çareserî pêk nayê'
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, heta ku hesabê Komkujiya Parîsê neyê dayin pirsgirêka Kurd çareser nabe. -
ROJEVA 10'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Çileya 2019'an. -
Ji bo 9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin
Ji bo rakirina destnedana 9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin. -
Li pêşiya Balyozxaneya Fransayê protesto hate lidarxistin
Sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 6 sal berê li Parîsa Fransayê hatibûn qetilkirin li Stockholmê hatin bibîranîn. -
Bi Partiya Keskan re li ser tecrîd û greva birçîbûnê hevdîtin hate kirin
Li Freîbûrgê rayedarên Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk derbarê grevên birçîbûnê bi Partiya Keskan re civiyan. -
Li Lefkoşayê tecrîd û qetlîama Parîsê hate protestokirin
Li Lefkoşayê Qetlîama Parîsê hate protestokirin û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin. -
Li Strasboûrgê roja 24’emîn: Serî li CPT’ê hate xistin
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome. Heyeteke ji nav çalakgeran ji bo ku têkeve nav hewldanan serî li CPT’ê da. -
HDP’ê namzetên hevşaredariyê yên 41 cihan eşkere kir
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, derbarê hilbijartinên 31’ê Adarê namzetên hevşaredariyê yên gelek bajar û navçeyan eşkere kir. -
MLKP: Em ê li ser xeta Sakîne Cansiz bi ser bikevin!
MLKP/Kurdistan, sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Em ê li ser xeta Sakîne Cansiz û şehîdên şoreşê hemûyan, teslîmiyetê têk bibin." -
Guven, ev hefteyeke nikare parêzerên xwe bibîne
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 63 roj in di greva birçîbûnê de ye, ev 6 roj in nikare parêzerên xwe bibîne. -
DÎTÎB êdî bi fermî bû şaxê MÎT'ê!
Berpirsyarê Xizmeta Olî ya Konsolosxaneya Kolnê Ahmet Dîlek ku eşkere bûbû şefê ajanên MÎT'ê yên li DÎTÎB'ê ye, ji bo alîkariya serokatiya giştî ya DÎTÎB'ê hate wezîfedarkirin. -
Emniyetê hevdîtina Guney-MÎT piştrast kir
Bi nivîsa ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandiye eşkere bû ku tetîkkêşê Komkujiya Parîsê Omer Guney dema çû Enqereyê bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye. -
ROJEVA 9'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Çileya 2019'an. -
Nûçegihan Metîn Goktepe hate bibîranîn
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe di salvegera 23'yan a kuştina wî de, li ser gora wî hate bibîranîn. -
Serdana Bolton a li Enqereyê, Êlek Zer û PKK…
John Bolton ê ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokê DYE'yê Donald Trûmp e duh tevî heyetekê hate serdana Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirkiyeyê re civiya. -
Bûldan: Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Guven êdî li asta krîtîk e." Bûldan got, "Ev tecrîda tarî ya wê biqede ya wê biqede." -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li rayedaran dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 779'an serlêdan kirin. -
Siyasetmedarekî Kurd li Îranê hate destgîrkirin
Nûnerê berê yê partiya Yekîtiya Neteweyî yê Şaxê Kurdistanê Zanyar Zemîran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate destgîrkirin. -
Nehiştin merasîma cenazeyê gerîla li mizgeftê bê kirin
Ji ber ku nehiştin merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdullah Aygun li ti mizgeftan bê kirin, li Cemxaneyê wecîbeyên olî yên cenazeyên Aygun hatin kirin û spartin axê. -
Doza ku li Guven hatibû vekirin şandin Enqereyê
Derbarê Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 62 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Doz sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin. -
Li Enqereyê 12 kes hatin destgîrkirin
Li Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP’ê û sendîkavan jî di nav de 12 kes hatin destgîrkirin. -
Ji bo Ocalan kampanyayeke gerdûnî
Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Lechesa Tsenolî diyar kir ku kampanyayên ji bo azadiya Mandela dihatin kirin divê niha ji Ocalan jî were kirin. -
Girtiyên li Trabzonê di grevê de ne, xistin hucreyê
Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Trabzonê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xistin hucreyê. -
ROJEVA 8'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Çileya 2019'an. -
Temîzkan: Dayika min bi biryare heta dawiyê çalakiyê bibe
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 61 roj in di grevê de ye. Keça Guven, Sabîha Temîzkan di hevdîtina bi dayika xwe re diyar kir ku Guven bi biryare heta dawiyê çalakiyê bibe.