ROJANE
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Enzê barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li derdorî gundê Enzê yê girêdayî Qendîlê bombe barand. -
Ji bo Leyla Guven kampanyaya îmzeyan
Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kampanyaya îmzeyan a navnetewî hate destpê kirin. -
‘Grevên birçîbûnê parçeyekî berxwedana civakî ye’
Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû diyar dike ku grevên birçîbûnê parçeyekî berxwedana civakî ye û balê dikişîne ser vî tiştî ku heke baş were vegotin ew ê ev berxwedan bigihêje armanca xwe. -
Otobus qulipî: 17 karkerên çandiyê birîndar bûn
Li Îzmîrê otobusa ku karkerên çandinyê tê de bûn qulipî û di encamê de 17 kes birîndar bûn. -
Serlêdana malbatan dîsa hate redkirin
Duh malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan dîsan hate redkirin. -
Simonnet rewşa Leyla Guven anî rojevê
Di bernameyeke televîzyonê ku ji kanala televîzyonên girîng ên Fransayê ye Franceinfoyê ku tenê rojnameger û siyasetmedarên jin tevlî dibin de rewşa Leyla Guven hate rojevê. -
Greva birçîbûnê ya Guven di roja 73'yan de ye
Parêzerên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ev 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, gotin germahiya laşê Guven zêde bûye û zikê wê tê guvaştin. -
Ocalan qala Imraliyê dike - XIII
''Şert û merc her çendî giran bin jî ez ê hewl bidim ragirim. Di jiyana xwe ya Imraliyê de, hilberandina sebrê, maneyê û wêrekiyê wê ji min ne zehmet be. Zehmetiyên fizîkî li derveyî vîna min e.'' -
ROJEVA 19'Ê ÇILE
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Çileya 2019'an. -
Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê 30 herêm weke herêmên ewlehiya tabet îlan kir û ji çûn û hatinê re git. -
PJAK: Nakokiyên di navbera Îran û DYE’yê de eniyek ya nû ya şer vedike
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser hevdîtinên dîplomasî yên li Başûrê Kurdistan daxuyaniyek da û bal kişand ku nakokiyên di navbera Îran û DYE’yê de eniyeke nû ya şer vedike. -
Li Îzmîrê operasyonên qirkirinê: Hejmara destgîrkirinan bû 15
Li Îzmîrê hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de bûn 15. Di nava kesên hatine destgîr kirin de dayikên aşitiyê jî hene. -
Li Wanê 3 ciwanê bê delîl 100 sal ceza lê birîn!
Li Wanê heyeta dadgehê, bê ku delîlek bê nîşandan li ser gotinên şahidan di derbarê 3 kesan de 100 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. -
Yolerî: Tecrîd dema ku li Îmraliyê qediya wê her tişt biqede
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got grevên birçîbûnê hemû civakê vedihewînin û got, peşî divê tecrîd li Imraliyê rabe. -
Grevên birçîbûnê zêde dibin: 239 girtî di grevê de ne
Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecrîdê zêde dibin. Tevî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven heta niha herî kêm 239 girtî di çalakiyê de cih digirin. -
Yusuf Îba: Heta ku tecrîd bidome her dever qada çalakiyê ye
Yusuf Îba ku li Qenedayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirî got, ''Çi hewce be em ê bikin. Heta ku tecrîd hebe her dever qada çalakiyê ye. Ez vê çalakiyê li xeta Qenede û Emerîkaê dikim.'' -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XII
"Careke din dixwazim bêjim; divê Konseya Ewropayê bang li Tirkiyeyê bike ku li gorî pîvanên wan tevbigere." -
Ebû Adil: Li pişt êrîşên beriya niha 'Mertala Firatê' hebû
Têkilî êrîşa li Minbicê ya ku leşkerên Emerîkî û sivîl kirin hedefa xwe, Fermandare Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil bi bîr xist, "Di êrîşên beriya niha hemûyan de yên li Minbicê, komên bi ser Mertala Firatê yên Tirkiyê hebûn." -
8 kes li Îzmîrê hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Îzmîrê herî kêm 8 kes hatin destgîrkirin. -
Celalettîn Can hate destgîrkirin
Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can hate destgîrkirin. -
ROJEVA 18'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Çileya 2019'an. -
Rojnamevan Taşkin hate berdan
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin a berî demekê ji ber nûçeyeke wê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi biryara Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê hate berdan. -
Ciwanekî Kurd ji aliyê Îstixbarata Sipahê ve hate destgîrkirin
Ciwanekî Kurd ê bi navê Ebdullah Edwayî li gundê Selîn ê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê piştî ji aliyê Îstixbarata Sipahê ve hate vexwendin û şûnde hate destgîrkirin. -
Hevdîtina cara 782’an ya bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Serlêdana 782’an a parêzeran a hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hincetên kêfî dîsa hate redkirin.