Zilma li ser girtiyên nexweş didome

Li girtîgehan zilma li hemberî girtiyan berdewam dike. Bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Yildirim Demîr û Ayşe Ozdogan.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî daxwaz kir ku girtiyê nexweş Yildirim Demîr were berdan.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 374'emîn de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê lidarxist. Di civînê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Îhsan Seylan axivî û bal kişande ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye.

Seylan diyar kir ku Demîr nameyek derbarê rewşa xwe ji ÎHD'ê re şandiye û ev tişt gotiye: “Çavê çepê yê Yildirim  Demîr ji sedî 95 nabîne û tedawiya wî nayê kirin. Ji çavê xwe yê çepê jî beriya 2 salan emeliyat bûye. Di çavê wî yê çepê de qirêj heye û bijîşk jê re gotiye ku divê bi lazerê were paqijkirin. Dema ku çûye kontrolê bijîşkek din jê re gotiye ku pêwîst nîne. Her cara ku diçe nexweşxaneyê dermanê rondikçêker didinê û wî dişînin girtîgehê. Êdî çavê wî yê çepê her tiştî şêlû dibîne. Di mîdeya wî de jî reflu, ulser û gastrît heye. Du caran mîdeya wî xwîn bûye. Ruxmê ku bijîşkê revîrê jê re parêz nivîsandiye jî xwarina parêz nikare bê xwarin.”

Di berdewamê de Seylan da zanîn ku nexweşiya fitiqê ya Demîr jî heye û bi ruxmî ku fitiqa wî giran e jî lê Saziya Tiba Edlî rapora “Dikare li girtîgehê bimîne” dayê û xwest ku careke din sewqî Saziya Tiba Edlî were kirin û ev bang kir: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Weke însiyatîf di hefteya 374'an de em daxwaz dikin ku li girtîgehan girtî ji pandemiyê werin parastin, ji bo girtiyên nexweş ên giran xebateke berfireh were kirin û li gorî şerta wekheviyê berdana wan pêk bê.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê bal kişande ser rewşa girtiya nexweş Ayşe Ozdogan û diyar kir ku Ozdogan nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe pêk bîne.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 502'yemîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş lidar dixe li avahiya xwe ya Taksîmê lidarxist. Endamên komîsyonê tevlî daxuyaniyê bûn û bal kişandin li ser rewşa girtiya nexweş Ayşe Ozdogan ku li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê tê girtin.

Di çalakiyê de endamê komîsyonê Mehmet Acettîn axivî û derbarê rewşa Ozdogan de ev agahî dan: “Girtiya nexweş Ayşe Ozdogan nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe pêk bîne. Parêzerên Ozdogan daxwaz kirine ku înfaza wê bê taloqkirin, lê daxwaza wan hatiye redkirin. Ji ber nexweşiya xwe Ozdogan nikare xwarinên bibaharat bixwe. Ruxmî vê jî xwarinên bibahar didinê. Ji ber ku di nava heftê de tenê dikare 3 caran xwarin bixwe. 25 roj in di qarantînayê de tê girtin. Bêhal e, tansiyona wê dikeve û timî li ser hişê xwe ve diçe, nikare li ser piyan bisekine, zêde dicemide, xewa wê nayê, xwarin difirin pozê wê. Pêwistiyên wê hevalên li cem wê pêk tînin.