Zilm li girtiyê nexweş Elbî yê 75 salî tê kirin
Rewşa girtiyê nexweş Ferzende Elbî yê 75 salî her roj bêhtir nebaş dibe. Serlêdanên ji bo berdana Elbî hatin kirin hemû hatin redkirin.
Rewşa girtiyê nexweş Ferzende Elbî yê 75 salî her roj bêhtir nebaş dibe. Serlêdanên ji bo berdana Elbî hatin kirin hemû hatin redkirin.
Gelek kesên ku di nava gel de weke qasidê aştiyê, rûspî û di pêvajoya çareseriyê de weke 'mirovên aqîl' dihatin naskirin, bi îdîayên bêbingeh û îfadeyên şahidên veşartî bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatin cezakirin. Yek ji wan jî Ferzende Elbî yê 75 salî ye. Elbî li nava xelkê Îdirê weke qasidê aştiyê tê naskirin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Eskîşehîrê tê hiştin. Tevî ku pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê giran e jî Elbî nayê berdan.
'DIVÊ ELBÎ TAVILÊ BÊ BERDAN'
Halît Elbî birayê Ferzende Elbî li ser rewşa wî ya tenduristiyê agahî da û got, "Kekê min niha li Girtîgeha Tîpa E ya Eskîşehîrê tê hiştin. 75 salî ye. Ji ber temenê xwe nexweşiyên xwe hene. Pirsgirêkên dîtin û bihîstinê pê re hene. Ji ber nexweşiya tansiyonê jî tim û tim xwîn ji bêvila wî tê. Fitik û nexweşiyên mîna wê dewam dikin. Ji xwe di raporên tenduristiyê de ev yek heye. Lewma ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û temenê wî divê bê berdan. Me daxwazeke bi vî rengî kir. Me gelek caran serî li Wezareta Edaletê dan, lê belê her carê bersiv jî nedan, agahî nedan.
Banga me li Wezareta Edaletê ew e ku ji bo hemû girtiyên nexweş çareseriyê biafirîne. Raya giştî di vê mijarê de hesas e. Ji bo ji aliyê psîkolojîk bi bandor nebe em jê re dibêjin ku baş e. Hewl didin wî aram bikin, lê belê dawiya dawî extiyar e û mirovekî nexweş e. Ev rewş wê heta ku derê biçe. Bi walî, muftuyê demê re civînên aştiyê lidar xist, mirov li hev anî û piştre jî ji ber vî karî bêsûc hate girtin. Lê belê çi dibe bila bibe ya ku divê bi lez bê kirin ew e ku bi rengekî adilane bê darizandin û ji bo mafê jiyanê çareserî bê hilberandin."
'MAFÊ XWE YÊ JIYANÊ HATIYE DESTESERKIRIN'
Parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn ku têkildarî rewşa Ferzende Elbî pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê yê Tirk kir, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî. Hûn anî ziman ku di çarçoveya polîtîkaya zilmê ya li girtiyên nexweş mafê jiyanê yê Ferzende Elbî hatiye desteserkirin. Hûn bi bîr xist ku Ferzende Elbî weke qasidê aştiyê tê naskirin û got, "Bi xwe mirovekî aqîl e, tê hezkirin, hurmet jê re tê nîşandan û mirov li hev aniye. Mirovekî aqîl bû, qasidê aştiyê bû. Bi nêzîkatiya 'We çima mirov li hev anîn?' ew cezakirin. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê di asta bilind de ye. Gelke nexweşî pê re heye. Bi malbata xwe re bi zehmetî diaxive. Nikare bimeşe. Nikare pêwîstiyên xwe yên rojane pêk bîne. Saziy Tipa Edlî rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da wî. Gelek raporên wî yên tenduristiyê hene, lê belê em nikarin xwe bigihînin wan raporan. Me pêşnûme pirs pêşkêş kir. Serî li hemû saziyên pêwendîdar dan. Me daxwazname dan ku diyar kirin ku di vî temenî de, di nava van şert û mercan de nikare li girtîgehê bê hiştin. Em li benda encama serlêdanên xwe ne."