Zîlan li Rûsya û Mexmûrê hate bîranîn

Li Rûsya û Mexmûrê gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi civînan hate bîranîn.

Li paytexta Rûsya Moskowayê Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê-Viyan bi civînekê Zeynep Kinaci bi bîr anî.

Seroka Viyan Tara Qadir li civînê axivî û got, "Zîlan ruhê têkoşînê da me jinan. Jinên Kurd niha li çar parçeyên Kurdistanê di xeta Zîlan de li dijî hêzên dagirker têdikoşin."

ADIGEY

Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê Kinaci bi bîr anîn. Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînam Broyeva li civînê axivî û got, "Têkoşîna PKK'ê berxwedaneke mezin afirand ku mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist. Çalakiya ku Zîlan sala 1996'an pêk anî yek ji van e. Gelên dinyayê nas kirin ku êdî Kurd gelekî welê ye ku ji bo azadiyê dikare berê xwe bide mirinê."

Broyeva got, "Lê belê zêdebûna êrîşên li dijî tevgera azadiyê û şehîdketina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya PDK'ê re nîşan dide ku xeta nokeriyê li Kurdistanê careke din pêk tê. Divê gelê me li dijî vê xeta nokerî û xiyanetê di xeta Zîlan de israr bike."

MÎÇÛRÎNSK

Li navçeya Mîçûrînsk a herêma Tambovê ya Rûsyayê jî Kurdan li bexçeyê Komeleya Çanda Kurd Zîlan bi bîr anîn. Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Fatma Arîn der barê mijarê de axivî.

KRANAKÛT

Li navçeya Kranakût a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê Kinaci hate bîranîn. Ji endamên Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Gulçîn Kerîm got, "Zîlan ji bo me jinan wateya jiyanê ye. Jinên Kurd di çarçoveya rastiya Zîlan de xwe hîn bêhtir li têkoşînê şidandine."

MEXMÛR

Zeynep Kinaci li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hate bîranîn. Endama Meclîsa Îştar Cîhan Çiya diyar kir ku Zîlan û hevrêyên wê canê xwe ji bo jiyaneke azad a gelê xwe feda kirin û bi saya wan niha pirsgirêka Kurd li qada navneteweyî tê nîqaşkirin.

Piştre Koma Kevana Zêrîn derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.