Zarokên Kurd li Dadgehên Cezayê Giran tên darizandin

Zarokên Kurd li Dadgehên Cezayê Giran tên darizandin

Bi hinceta zarokê bi navê Ş.Î. (16) di dema bûyerekê de li taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê kesek daye ber kêran, bi daxwaza 10 sal cezayê girtîgehê li 1’emîn Dadgeh Zarokan a Mêrsînê doz lê hat vekirin, lê dadgehê vê daxwazê qebûl nekir û xwest Ş.Î. di Dadgeha Cezayê Giran de bê darizandin.

ZAROKÊN KURD DI DORÇÊKA TEROR POLÎS Û DARAZA TIRK DE NE

Hema bêje her roj li Mêrsînê zarokên Kurd têne binçavkirin û girtin. Ev yek ne bes bû, îcar li hemberî zarokên Kurd terora dadgehan dest pê kiriye. Zarokê 16 salî, li şûna di Dadgeha Zarokan de bê darizandin, di Dadgeha Cezayê Giran de tê darizandin.

“BI CEZAYÊN GIRAN TÊN DARIZANDIN”

Bi hinceta zarokê bi navê Ş.Î. (16) di dema bûyerekê de li taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê kesek daye ber kêran, bi daxwaza 10 sal cezayê girtîgehê li 1’emîn Dadgeh Zarokan a Mêrsînê doz lê hat vekirin, lê dadgehê vê daxwazê qebûl nekir û xwest Ş.Î. di Dadgeha Cezayê Giran de bê darizandin.

“DARIZANDINA LI DADGEHÊN CEZA SKANDAL E”

Parêzerê zarokan û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eyug Sabrî Oncel destnîşan kir ku her çendî miwelîkê wî zarok e, lê di dadgehên zarokan de nayên darizandin, ev yek jî skandal e û diyar kir ku ew ê li hemberî vê yekê îtîraz bikin.

“DADGEHÊN CEZAYÊ GIRAN JI BO ZAROKAN NE GUNCAW E”

Oncel diyar kir ku darizandina zarokan di Dagehên Cezayê Giran de ne huqûqî ye û bal kişand ku ev yek ji bo psîkolojiya zarokan jî ne baş e. Oncel destnîşan kir ku dadgehên zarokan ji bo darizandina zarokan hatine avakirin û got ku li Mêrsînê gelek zarok di dadgehên cezayê giran de tên darizandin.