Zafer Çaglayan îstifa kir
Zafer Çaglayan îstifa kir
Zafer Çaglayan îstifa kir
Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, ku di operasyona bertîl û nelirêtiyê de kurê wî hat girtin, îstifa kir.
Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan ê kurê wî Salîh Kaan Çaglayan hat girtin û der heqê wî de jî hat gotin ku di berdîla bertîlê de çavên xwe li îxracata xeyalî girtiye, ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Çaglayan di daxuaniya xwe ya nivîskî de got, "Operasyona di 17'ê Kanûnê de destpê kir, diyare ku li dijî hikûmeta me, partiya me û welatê me tezgaheke qirêj e. Ji bo xerakirina vê lîstika qirêj ku hevalên min ên xebatê û kurê min jî tê de hatin bicihkirin û ji bo ronîkirina rastiyan ez ji wezîfeya xwe ya Wezareta Aboriyê îstifa dikim."
Hatibû ragihandin ku di vegera ji serdana xwe ya Pakîstanê de Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan duh nîvê şevê li mala xwe ya li Keçîorenê bi hin wezîrena re hevdîtin pêk anîbû.