YSK wê têkildarî kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
YSK li gorî daxwaza Dadgeha 45’emîn a Esliyê ya Stenbolê ji bo rawestandina kongreyê, wê bi awayekî awarte bicive da ku biryarê bide ka kongre wê bê kirin an na.
YSK li gorî daxwaza Dadgeha 45’emîn a Esliyê ya Stenbolê ji bo rawestandina kongreyê, wê bi awayekî awarte bicive da ku biryarê bide ka kongre wê bê kirin an na.
Tevî ku Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) destûr dabû ku Kongreya Awarte ya bajarê Stenbolê ya CHP bê lidarxistin, Dadgeha 45’emîn a Esliyê ya Stenbolê biryara rawestandina kongreyê da. Li ser vê yekê, YSK wê ji bo nirxandina serlêdana derbarê kongreya awarte de, saet di 13:30’an de bicive.
Di nivîsa dadgehê ya derbarê rawestandina xebatên kongreyê de, ji Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya 1’emîn a Sariyerê re hate şandin. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, derbarê ka kongre dikare bê kirin an na, ji YSK’ê nêrîn xwest.
YSK, ji bo nirxandina dawî ya vê mijarê, saet di 13:30’an de wê bicive.