YSK'ê biryar da ku Kongreya Bajarê Stenbolê ya CHP'ê dewam bike
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxwaza 'raweestandina kongreya CHP'ê ya Dadgeha Hiqûqê ya Esliye ya 45'emîn a Stenbolê red kir û biryar da ku kongre dewam bike.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxwaza 'raweestandina kongreya CHP'ê ya Dadgeha Hiqûqê ya Esliye ya 45'emîn a Stenbolê red kir û biryar da ku kongre dewam bike.
Dadgehê nivîsek ji Walîtiya Stenbolê û Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Sariyerê re şandibû û ji wan xwestibû, Kongreya Awarte ya Serokatiya Bajarê Stenbolê ya CHP'ê rawestînin. Li ser vê yekê Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Sariyerê mijar xist rojeva YSK'ê.
Serokê YSK'ê Ahmet Yener piştî civîna 15 deqeyan a awarte ya desteyê biryar eşkere kir.
Yener got, "Rawestandina pêvajoya kongreyeke hatiye destpêkirin li dijî xala 79'emîn a Destûra Bingehîn û xalên qanûnî yên têkildarî hiqûqa hilbijartinê ye."
YSK'ê bi vê hincetê hikum da ku Kongreya Bajarê Stenbolê ya Awarte ya CHP'ê dewam bike.