YPS-JIN'ê agir berda ocakeke nijadperestan
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Erdal Şahîn a YPS-JIN'ê ragihand ku li navçeya Umraniye ya Stenbolê agir berdane buroya Ocakên Ulku ku rêxistiniyeke paramîlîter a nijadperest a dewletê ye.
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Erdal Şahîn a YPS-JIN'ê ragihand ku li navçeya Umraniye ya Stenbolê agir berdane buroya Ocakên Ulku ku rêxistiniyeke paramîlîter a nijadperest a dewletê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tîma me ya bersivdanê ya Şehîd Erdal Şahîn a YPS-JIN'ê li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst di 28'ê Îlonê de saet 23:30'î li Umraniye ya Stenbolê agir berda buroya ocakên ulku."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev rêxistiniya nijadperest bi rola çete ya rejîma AKP-MHP'ê tevdigere û li Kurdistanê û Tirkiyeyê karên nijadperestiyê dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê YPS û YPS-JIN, em ê ji rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst a ku mirinê li gelê Kurd ferz dike, hesab bipirsin. Çalakiya me ya îro ya li Stenbolê li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya gelê me hatiye lidarxistin. Di armanca xwe de em zelal in, em ê faşîzmê hilweşînin."