YPS’ê li Stenbolê 2 çalakiyên cuda pêk anî
YPS’ê ragihand ku 29’ê Mijdarê li Mecîdiyekoy û Arnavutkoyê yekîneyeke girêdayî wan wesayîtên du faşîstan şewitandine.
YPS’ê ragihand ku 29’ê Mijdarê li Mecîdiyekoy û Arnavutkoyê yekîneyeke girêdayî wan wesayîtên du faşîstan şewitandine.
Yekîneyên Parastina Sîvîl her du çalakiyên li du navçeyên Stenbolê girt ser xwe.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku yekîneya YPS’ê ya Şehîd Nûrî Yekta 29’ê Mijdarê li Mecîdiyekoyê û yekîneya YPS’ê ya Şehîd Brûsk Dersim 29’ê Mijdarê li Arnavutkoyê wesayîtên faşîstên MHP’yî dane ber agir.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Têkoşîna me li ser xeta paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ye. Ji bo gelan nasname û jiyanek azad esas digire. Têkoşîna me ya li dijî faşîzma ku dijminahiya gelê Kurd dike, wê berdewam bike. Yên ku xizmetê ji faşîzmê re dikin û hîmê jiyana xwe li ser qirkirin û kuştinê ava dikin wê hesaba vê yekê bidin."