YPJ’ê ragihand ku Ezda Berxwedan Cûdî şehîd bûye
YPJ'ê nasnameya şervana bi navê Ezda Berxwedan Cûdî ya ku di 9'ê Tebaxê de di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû, eşkere kir.
YPJ'ê nasnameya şervana bi navê Ezda Berxwedan Cûdî ya ku di 9'ê Tebaxê de di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû, eşkere kir.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê de der barê şervana şehîd de ev agahî hatin parvekirin:
“Jinên wêrek ên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ya ji nirxên şoreşê re bi tevlîbûna nava refên azadiyê re şênber dikin.
Hevrêya me Lîna Elo bi nasnav Ezda Berxwedan Cûdî jî her dem dil û mêjiyê xwe ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev ji hemû kirêtiyên pergala modernîteya kapîtalîst parast û li ser vê bingehê jî ji bajarê Efrînê di temenê xwe yê ciwan de berê xwe da nava refên azadiyê. Çanda welatparêziya a ku di nav de mezin bû di têşe girtina kesayetê hevrê Ezda de risteke diyarker leyîst. Birayê hevrê Ezda, Aslan Qendîl di berxwedaniya dîrokî a Kobanê de tevlî karwanên nemiran bû, hevrê Ezda jî şopandina doza şehîdan weke pîvaneke esasî a jiyanê xwe, ji xwe re esas girt.
Hevrê Ezda bi ruhê xwe yê ciwan di nava têkoşîna azadiya welat de li pey xeyalên zarokatiya xwe baz da. Hevrê Ezda eşqa xwe ye ji jiyana azad re her dem bi bilind kirina têkoşîn û berxwedaniyê domand. Di nava refên azadiyê de weke jineke ciwan herdem ji hawirdora xwe re bû çavkaniya moral û kelecan ê. Ked û fedakarî bûn têgehên ku pênaseya kesayeta hevrê Ezda dikin.
Gotina ‘Jinên herî xweşik ên cîhanê, li hemberî zilamên herî kirêt yên cîhanê şer dikin’ di wateya xwe ye rasteqîn de bi saya hevrêyên weke Ezda re şênber bû. Hevrê ya me Ezda di têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de, di pêngava rizgarkirina Reqa û Dêrazorê de li hemberî çeteyên hov şer kir. Ji bo gelê xwe û jinan ji zilma DAÎŞ’ê xilas bike, bi hêz û baweriyeke mezin di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Hevrê Ezda li hemberî polîtîkayên qirkirin, pişaftin û dagirkeriya hêzên hegemon xwedî lêhûrbûneke kûr bû. Ji ber wê jî di meşa azadiyê doza azadiya gelan de heta hênaseya xwe ye dawî jî temsîla xeta jiyana azad kir.
Hevrêya me Ezda dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê de di 9’ê Tebaxê de tev li karwanê nemiran bû.
Canên ciwan ên ku sozdarê doza azadiya gelan in, hêviya me ye paşerojê geş dikin. Hevrêya me Ezda jî yek ji wan hevrêyên ku îfadeya ruhê domandina şoreşê dike. Em di serî de ji malbata hêja a hevrêya xwe Ezda û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê jî weke hevrêyên wê ji bo avakirina welatekî azad her dem bibin, şopdarên doza şehîdan û bibin nobedarên soza xwe.
Nasnameya hevrêya me ya şehîd wisa ye:
Nasnav: Ezda Berxwedan Cûdî
Nav û Paşnav: Lîna Elo
Navê Dayikê: Wesfiye
Navê Bav: Hikmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 09.08.2023’an Tebqa.”