YPG’ê li Helebê li dijî hêzên rêjîmê çalakî lidarxist
YPG’ê li Helebê li dijî hêzên rêjîmê çalakî lidarxist
YPG’ê li Helebê li dijî hêzên rêjîmê çalakî lidarxist
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi çalakiyekê bersiva bombebaran balafirên rêjîma Baasê da. Di encamê de 4 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha agir bi avahiya ku leşkerên rêjîmê têde bi cih bibûn ket.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate diyar kirin: “Hêzên Rêjîma Baasê taxa Şêxmeqsûd bi balafiran bombebaran kir, di encamê de 5 welatî ji heman malbatê birîndar bûn û yek ji birîndaran Hesen Cabêr ji ber giraniya birîna wî ji bo îlacê rakirin bajarê Kilisê yê Bakurê Kurdistanê.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Ji ber êrîşa hovane ji aliyê rêjîma Baasê ve, YPG’ê bi çalakiyeke leşkerî bersiva vê hovîtiya rêjîma Baasê li devera El-Ewarêd ya nêzî taxa Şêxmeqsûd da. Di encama çalakiyê de 4 leşkerên rêjîmê di mizgefta El-Hesen de ku wekî navendeke leşkerî ji xwe re bikar dianîn, hatin kuştin.” Her wiha hate diyarkirin ku avahiyeke leşkerên rêjîmê ya li nêzî Rêveberiya Çandiniyê bi temamî hate şewitandin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev gotin hatin kirin: “Em wekî YPG’ê li bajarê Helebê soz didin ku berxwedana xwe berdewam bikin û parastina gelê xwe ji herdu aliyan rêjîma Baas û çeteyan ve bikin.”