Di encama çalakiya gerîlyaên YJA Star a li navçeya Şemizînan a Colemêrgê li dijî qereqola Bêsosinê li dar xistin de leşkere hat kuştin.
Navenda Çapemeniya-YJA Starê di daxuyaniya der barê çalakiyê de da de got; “Di 10'ê Îlonê de di saet 08.30'an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî qereqola Bêsosînê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bê ser û ber bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”