Yîgîtalp: Divê CPT dawî li fikaran bîne
Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp bi bîr xist ku bi milyonan mirov bi fikar in, lewma divê CPT li ser Îmraliyê daxuyaniyekê bide.
Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp bi bîr xist ku bi milyonan mirov bi fikar in, lewma divê CPT li ser Îmraliyê daxuyaniyekê bide.
Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp bal kişand ser fikarên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 meh in agahî jê nayê wergirtin û işaret bi têkiliya navbera tecrîd û şer kir.
Ji parlamenterên berê yên HDP'ê û endama Komîsyona Girtîgehan Sîbel Yîgîtalp binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê yên navbera salên 2015 û 2018'an ji nêz ve şopand û xist rojeva Meclîsê. Yîgîtalp ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku girtîgehên Tirk niha veguherîne êşkencexaneyê.
Yîgîtalpm destnîşan kir ku çavkaniya êşkenceya giran a li girtîgehan kiryarên li Îmraliyê ye û anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Yîgîtalp got, "Her ku tecrîda li ser Birêz Ocalan dewam dike, tundî û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan dewam dike."
Yîgîtalp bi bîr xist ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 meh in agahî jê nayê girtin, di nava gel de bûye sedema tirs û fikaran û got, "Dewamkirina tecrîd, êşkence û tundiya li dijî Birêz Ocalan peyama wê yekê ye ku şer wê girantir bibe, êrîşên dagirkeriyê wê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dewam bikin."
Yîgîtalp diyar kir ku mîna komployê sîstema tecrîdê jî xwedî karakterekî navneteweyî ye û wiha dewam kir, "Ne hêz ne jî wêrekiya Tirkiyeyê heye ku vê yekê bi tena serê xwe bike. Dewleta Tirk baş zane ku Birêz Ocalan ji aliyê bi milyonan kesî ve weke lîder, rêber û pêşengê danûstandinên aştiyê tê qebûlkirin. Aktorekî mezin e ku bi milyonan îmze ji bo wî hatin komkirin û bi gotina 'îradeya min e' radestî Meclîsa Tirkiyeyê hatin kirin. Tecrîdkirineke bi vî rengî girankirî nayê qebûlkirin."
Siyasetmedara Kurd Sîbel Yîgîtalp nêzîkatiya CPT rexne kir ku eşkere nekir bê li Îmraliyê hevdîtin pê re kiriye yan na û destnîşan kir ku bi milyonan mirov bi fikar in, lewma divê CPT daxuyaniyekê bide.