Yên êrîşî HDP'ê kirin hatin berdan
Dadgeriya Tirk, êrîşkarên êrîşî buroyên HDP'ê kirin, serbest berda.
Dadgeriya Tirk, êrîşkarên êrîşî buroyên HDP'ê kirin, serbest berda.
Li navçeya Mûgla Mîlasê 2 êrîşkarên di şeva 25'ê Nîsanê de camên buroya hilbijartinê ya HDP'ê şikandin û dûre reviyan, di encama lêkolînkirina dîmenên kamera ewlekariyê piştî rojekê hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku êrîşkar piştî dayîna îfadeya li dozgeriyê, serbest hatine berdan.
Li aliyê din, li navçeya Manîsa Somayê duh êvarê kes an jî kesên nasname nediyar agir berdan buroya hilbijartinê ya HDP'ê. PolÎsên hatin cihê bûyerê gotin 'ne bi qestî ye' û ji bo dîtina êrîşkaran tiştek nekirin.