'Yên bi zextê serdestiya xwe ferz dikin, timî têk diçin'

Rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê, nerazîbûn nîşanî girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê da û destnîşan kir, ku yên bi zextê serdestiya xwe ferz dikin, timî têk diçin.

Bi armanca şermezarkirina girtina parlamenterên HDP'ê, li avahiya HDP'ê ya Kocaliyê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Parlamenterê berê yê HDP'ê Alî Haydar Koca û nûnerên gelek partiyên siyasî li civînê amade bûn. Rêveberê HDP'ê yê bajêr Mûrat Ulgen li vir axivî û girtina hevserokên xwe weke "darbeya li dadgeriyê" bi nav kir.

Ulgen diyar kir, bi zext û zordariyê hewl didin HDP'ê têk bibin û got, "Yên ku îro bi girtin, binçavkirin û zextê serdestiya xwe ferz dikin, wê sibe têk biçin."

Parlamenterê berê yê HDP'ê Alî Haydar Konca jî da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê rejîm tê guhertin û ber bi dîktatoriyeke faşîst a ji yek şexsî ve diçe. Konca li dijî vê yekê banga têkoşîna hevpar kir.

Nûnerên partiyên siyasî yên tevlî civînê bûn li vir axivîn û gotin, ew ê hê bi xurtî piştgiriya hev bikin.