Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almnayayê (YEK-KOM) bang li Kurdistaniyên ku di 8’ê Îlonê de, di dema 20’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Mannheima Almanyayê pêk hat, de li rastî êrîş û tundiya polîsên Alman hatin serî li rêyên huqûqî bidin.
Di daxuyaniya ji aliyê YEK-KOM’ê ve hate dayîn de wiha hat gotin; “Di mihrîcanê de polîsan xwestiye Kurdan hemû krîmînalîze bike. Çapemeniya Alman jî bûyerê bi awayeke yekalî da. Em weke sazî dixwazin serî li agahiyên welatiyên me yên der barê tundiya polîsan de bidin. Dê ji bo mirovên me yên ku li hemberî tundî ya polîsên Alman bê vekirin, alîkarî bê dayîn. Hûn dikarin xwe bi rêya jimara telefonê ya 00491738107904 û e-maila
[email protected] xwe bigihînin me.”