Yek jî kesên li Amedê hatibûn destgîrkirin hat girtin

Ji kesên di 14’ê Tebaxê de hatin destgîrkirin Berdan Ç. hate girtin û yên din hatin berdan.

Di sersibeha 14’ê Tebaxê de polîsan li Amedê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin û zêdetirî 10 kes destgîr kirin. Piştî lêgerînên nava malan, destgîrkirî derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin kirin. Beşekê destgîrkiriyan piştî kirariyên li emniyetê hatin berdan. Berdan Ç., Zîlan D. û Sedat A. jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. 

Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Berdan Ç. bi daxwaza girtinê û Zîlan D. û Sedat A. jî bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hatin kirin. Dadgeriyê ji bo Berdan Ç. bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û Zîlan D. û Sedat A. jî bi şertê kontrola edlî berda.