YE û DYA’yê Tirkiyeyê hişyar

YE û DYA’yê Tirkiyeyê hişyar

Yekitiya Ewropayê û DYA’yê piştî operasyonên nelêrêtiyê, hikûmeta AKP’ê di mijara  mudaxalekirina darazê û sûcdariya der barê wan de hişyar kir.

Piştî ku Tirkiyeyê  Sefîrê DYA û Enqereyê sûcdar kir, rayedarekî ji wezareta karê derve ya DYA’yê  der barê mijarê daxuyaniyek da û hişyar kir ku dê têkilî zirarê bibînin.

Rayedarê ji Hurriyetê re axivî û navê xwe neda got: “Em naxwazin tansiyon bilind bibe. dê encamên vê çêbibin.  Li gelek qadan hevkariya Tirk-Amerîkayê didome û ji ber van daxuyaniyan, yek ji fikarên herî mezin eve ku dê hewayeke dij-Amerîkayê li Tirkiyeyê ava bike.

Rayedarê Amerîkayê sûcdariyên li dijî sefîrê Enqereyê yê DYA Francis J. Rîccîardone û DYA’yê  nerehet bûne û ev nerehetiya xwe ragîhandina Enqereyê.

Berdevkê wezareta karê derve ya DYA’yê Noel Clay jî  der barê rexneyên li Rîccîardone hatiye kirin wiha got: “Hinek hêmayên çapemeniya tirk li sefîrê me, nûnerên çapemeniya navnetewî û meraciyên Amerîkayê  bi şaşiyên mezin êrîş dikin û em nebaş dibînin.  Em hêvîdarin dê hikûmeta Tirk va qebûl neke û şermezar bike. an jî dê bandorê li ser têkiliyên me yên polîtîk bikin.

Endamê berpirsê Berfirehkirina Komîsyona Ewropayê Stefan Fule roja duşemê bi hevkariya berdevkê daxuyaniyek da û diyar kir ku Erdogan rêbazên ku garantiya serbixwe ya daraza YE’ê binpê dike û got ev yek ji bo endamtiya YE’yê ya Tirkiyeyê yek ji şertê herî girîge.