Ya li Dîkmenê pevçûne an înfaze?

Ya li Dîkmenê pevçûne an înfaze?

Der barê êrîşa li hemberî Midûriyeta Giştî ya Dîkmen a Enqereyê tu kesên ku tê îdiakairin çalakgerin yek jê Muharrem Karakaş bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da û yê din Serdar Polat bi giranî birîndar bû. Lê di salên dawî de polîsên tirk ku xwe dispêre PVSK’ê û înfazan dike, van înfazan wekê ‘pevçûn derket’ îlan dike. Ev jî gumanan zêde dike.

Di salên dawî înfazên bê daraz yên polîsên tirk zêde bûne. Wekê ku ‘pevçûn qewimiye’ nîşan didin û carna kesên tên qetilkirin çeka wan nîne û hinek kes jî ji pişt ve gule lê barîn. Hinek wek terorîst tên dîtin û tên îfazkirin.

Serokwezîrê Tirk Erdogan bi gotinên wekê ‘ez polîsê xwe nadim pelçiqandini, polîsê min tiştên pêwist dê bikin’ cesaretê dide polîsan û cînayetan rewa dike.

Duh êvarê li Dîkmen a Enqereyê li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan û mala polîsan êrîş pêk hat û di êrîşê de du kesên ku dihatin îdiakirin çalakgerin yek jê bi guleya polîsan mir û yê din giranî birîndar bû.  Polîs îdia dikin ku bi van kesan re li riya Konya-Enqereyê li mewkiya Kepeklî bi van re ketine pevçûnê.

Bûyerên bi vî rengî gelekên wan ji aliyê polîsan ve wek pevçûnê di rayagiştî de tên îlankirin, di esasê de wek înfaza bê daraz tê kirin. Ev sîcîla xerab, gumanan zêde dike. Qanûna Têkoşîna bi Terorê re, PVSK û CMK rewabûnê tevli terora dewletê dike.

Di çend salên dawî de hinek mirinên ku bi hinceta pevçûn derketine pêk hatine wiha  hat rêzkirin:

Di sala 2099’an de 20’ê mijdarê de li Esenlare Stenbolê  mîlîtanê Partiay Karkerê Komunîst a Tirkiyeyê Alaatîn Karadag bi hinceta ku guh nedaye îhtara polîsan hate kuştin.

Cemal Yalim di 5’ê Tebaxa 2010’an de ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Di daxuyaniya fermî de hat gotin ku ‘wan wek terorîst hesibandiye’.

Sala borî li Amedê Ozgur Arda yê ku ji girtîgehê fîrar kiribû ji aliyê polîsan ve li kolanê hate qetilkirin. Arda li ser ne çek tunebû.

Li Kayapinar a Amedê di çileyê 2012’an de Metîn Kar û Agit Altan  hatibûn qetilkirin û dewletê got di pevçûnê de hatine kuştin lê piştre daxuyaniyê wekê ku ji balkonê xwe avêtine hatibûn kirin.

Li Nisêbînê çileyê 2013’an de gerîlayên HPG’ê Mehmet Şîrîn Cebe di saetên rojê de bi ser malê de hat girtin û hat îfazkirin.

Bi heman hincetê zarok jîhatin kuştin. Înfaza Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz.

 Di navbera salên 2007-2013’an de hejmara kuştinên ji aliyê polîsan ve zêde bûn. Ji mirinan re hinceta ku polîs dibêjin raweste û guh nadinê diqewime nîşan didin.

RESMİ HATA VE İHMALLER; YÜZLERCE ÖLÜM

Li gorî ÎHD’ê bîlanço wihaye: “Di sala 2007’an de 48 kesî jiyana xwe ji dest da. Di 2008’an de 67 kesan. Di 2009’an de 42 kes, di 2010’an de 23, di 2011’an de 31 kesî jiyana xwe ji dest da. Di 2012’an jî 13 kesan.