Di navbera salên 2002-2012 de bi hinceta pereyên wan tune ne, 45 hezar xwendekar ji wargehên xwe yên razanê hatin derxistin.
Li gorî daneyên Wezareta Ciwan û Sporê ya Tirk, di navbera salên 2002 û 2012 de 45 hezar û 349 xwendekar ji ber hincetên cûda li rastî cezayên disiplînê hatine.
Di bersiva ji bo pêşniyarpirsa CHP’ê ya der bare rewşa xwendekaran hat dayîn de hat diyarkirin ku li wargehên xwendekaran, xwendekarên ku nikarin pereyê xwe bidin, navê wan tên jêbirin û di deh salan de 44 hezar û 929 xwendekar li rastî vê pêkanînê hatine.
Tişta balkêş a di bersiva ji aliyê Wezareta Ciwan û Sporê ve hat dayîn de tê gotin ku “xwendekarên li hemberî hêzên ewlekariyê yên dewletê rabûne” ji wargehên xwendekaran “cezayên dûrxistinê, şermezarkirin û hişyarkirinê” wergirtine.