Li Stenbolê kesek hate binçavkirin, li Amîrtiya Buroya Asayîşê ya Bagcilarê mir. Polîsan aşkere kir ku vî kesî xwe kuştiye û xwe bi kembera xwe ve bi maseyê ve xeniqandiye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, kesê bi navê Hasan Latîf Kaplan ji ber tundiya li hemberî hevsera xwe hate binçavkirin û piştre li qereqolê mir. Li gorî îdîayê, parêzer xwestiye bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bîne, piştî ku diçin hundir dibînin ku Kaplan bi kembera xwe ve bi maseyê fe hatiye daliqandin. Dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin, polîsan jî got ku xwe kuştiye.
Kekê Kaplan, Fatîh û bavê wî Mustafa Kaplan diyar kirin ku ew ji daxuyaniya xwekujiyê bawer nakin. Malbatê da zanîn ku li stûyê Kaplan tu şopên kemberê tune ne û li odeyê jî kampera tune ye. Malbat gilî kir.
Cenazeyê Kaplan şandin Saziya Tiba Edlî û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.