Xweha girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat destgîrkirin

Gulşen Kandemîr ku xweha girtiyê nexweş ê giran Hayatî Kaytan e, hat destgîrkirin.

Li navçeya Ereglî ya Konyayê bi ser mala Gulşen Kandemîr de ku xweha girtiyê nexweş giran Hayatî Kaytan e hat girtin û hat destgîrkirin.

Hat zanîn ku Kandemîr di encama raporên Desteya Lêkolîna Sûcên Darayî ku di nav dosyeya Hayatî Kaytan de ne, bi hinceta ‘’alîkariya bi rêxistinê re’’ hatiye destgîrkirin. Kandemîr ku li Midûriyeta Ewlehiyê ya Konyayê tê ragirtin, piştî dayîna îfadeyên xwe tê payîn ku roja Îniyê sewqê dozgeriyê bê kirin.