Xwedî li vîna gel derketin, li Şîşliyê şer

Girseya ku li ser banga HDP’ê li Şîşliyê kom bûn girtina wekîlan protesto kirin. Girseyê dirûşmên “HDP hêviye, hêvî li ser lingan in”, “Kujer Erdogan” qîr kirin. Li ser êrîşa polîsan şer derket.

Li Şîliyê girtina Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag û 7 parlementeran hate protestokirin. Li ser bang Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê bi hezaran kes li pêşiya Mizgefta Şîşliyê kom bûn dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Ev hê destpê ke berxwedan wê bidome”, “HDP hêviye, hêvî li ser lingan in”, “Kujer Erdogan” qîr kirin.

Di dema ku girseyê dirûşim qîr dikirin her ku çû jimara gel zêde bû, girseyê rêya Halaskarê li tirfîkê girtin.

Piştî ku hevserokê HDP’ê yê bajarê Dogan Erbaş daxuyanî da û şûn de polîsan êrîşî girseyê kirin. Girseyê jî bikeviran bersiv da û bend danîn. Şer dewam dike.

...