Xoşnav Ata di salvegera yekemîn a çalakiya xwe de wê civîna çapemeniyê li dar bixe

Xoşnav Ata yê ku 2 biraziyên wî di êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn û ev salek e li ber OPCW'ê li ber xwe dide, wê di sala yekemîn a çalakiya xwe de civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Xoşnav Ata û Koma Çalakiyê ya #OPCWInvestigate wê di 28’ê Tîrmehê de bi boneya salvegera yekemîn a çalakiya xwe ya li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) wê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Di civînê de wê nûnerên saziyên Kurd lê amade bibin û wê daxuyanî were dayîn ku çima OPCW lêpirsînekê li hemberî êrîşên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê venake, daxuyanî were dayîn.

Ata ji salekê zêdetir e li Laheyê li pêşiya OPCW’ê çalakiyê dike û heta niha tu rayedarên OPCW’ê bersiv nedane Ata.

Di sala 2022’an de, OPCW li ser twitterê peyamek parve kiribû û tê de gotibû ji bo ku derbarê îddîayên ku bikaranîna çekên kîmyewî ew lêpirsînekê bidin destpêkirin divê ‘dewleteke endam’ daxwazê bike.

Ata li hemberî vê daxuyaniyê gotibû ‘Em Kurd gelekî 50 milyon in û dewleteke me tune. Ma mafê kesên bêyî dewlet tune? Qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî ya ku Tirkiyeyê îmze kiriye, gerdûnî ye lê dema ku mesele dibe kesên bê welat, ev nayê pêkanîn.”