Xizmê wendayan di hefteya 241'an de çalakiya xwe berdewam kir

Xizmê wendayan di hefteya 241'an de çalakiya xwe berdewam kir

ÎHD'ê û xizmên wendayan bi boneya "Wenda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Parka Koşuyolu ya Amedê û Kolana Gulistanê ya Êlihê çalakiyên şemiyê berdewam kirin. Di çalakiya li Amedê de komkujiya 10 girtiyên Girtîgeha Tipa E ya Amedê ya 1996'an, hat şermezarkirin.

ÎHD'a Amedê û xizmên wendayan di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kir. Di hefteya 241'an de rêveberên ÎHD'ê, xizmên wendayan û parêzvanên mafên mirovan li ber abîdeya Mafê Jiyanê kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê, Ozturk Turkdogan jî amade bû. Komê di çalakiyê de dowîzên "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hembêz kirin. Li ser navê komê Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku heta ew encamê bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bilicî, da zanin ku Musa Anter 21 sal berê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, lê heta niha hêj bûyer ronî nebûye. Birayê Hakan Perîşan Vezîr Perîşan jî piştre bal kişand ser komkujiya 10 girtiyên di sala 1996'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.

Dayika Aştiyê Sakine Arat, ji bal kişan ser îşkenceya salên 1980'an û anî ziman ku ev îşkence heta salên 90'an berdewam kir. Endama Komîsyona Xizmên Windayan a ÎHD'ê Necîbe Guneş jî li ser komkujiya Zindana Amedê rawestiya û wiha got: "Di komkujiyê de Ahmet Çelik, M. Kadir Gumuş, Cemal Çam, Edîp Direkçî, M. Nimet Çakmak, E. Hakan Perişan, Ridvan Bulut, Hakki Tekin, Kadir Sevim û Mehmet Aslan hatin qetilkirin." Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, û gelek kes amade bûn. Li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş daxuyanî xwend. Kunteş, diyar kir ku 241’emîn hefteye bi dayikên xizmên windayan re li qada ne û wiha got: “Ji bo windayên di salên 1990’î de hatin windakirin, ji bo cinayetên faîlên wan ne diyar û ji bo gorên komî daxwazên me yên edaletê di domin. Heta ev daxwazê me edaletê bigîhêje encama xwe dê çalekiyên me bi domin û em ê her tim li qada bin.”

'PÊWÎSTE ZIMANÊ KURDÎ BIBE YÊ DAN Û SITANDINÊ'

Kunteş, anî ziman ku heta li welat, li heremê û li cîhanê aşîtiyek bi rûmet pêk were pêwîste be dê ew her roj li qada bin û da zanîn ji bo demokrasiyê, mafê mirovan û ji bo azadî li pêş bikeve dê her tim çalakiyan pêk bînin. Kunteş, destnîşan kir ku dewlet û gelek aliyên civakê li hember girtiyên nexweş bê hîstiyar mane û got ku di girtîgehan de bi tevahî 526 nexweşên girtî hene û ji van 154 kes bi giranî nexweşin. Kunteş, anî ziman k udi pêvajoya çareseriyê de lazime makezagonek sivîl bi awayekî lezgîn pêk were û wiha got: “Pêwîste ji bo vegera gundan projeyên hilberîna sosyal û aborî pêk were. Ji bo zimanê zikmakî di raya giştî de bibe zimanê dan û standinê. Ev pakêta çaremîn a ku navê demokratîkbûyînê li kirine demek kin de ji raya giştî re were parvekirin.”

Piştî daxuyaniyê çalekî bi çalekiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.