Xeteriya li ser jiyana rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol dewam dike

Metirsiya li ser jiyana rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol dewam dike, ku xwîn çû ser mejiyê wî. Ji ber enfeksiyona li pişikê wî rû da, tedawiya bi antibiyotîkê destpê kir.

Aykol ku 14'ê Cotmehê li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîncanê cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî. Rojnamevan ji hingî ve di unîteya beşa lezgîn de tê ragirtin.

Aykol ku 9 roj in tê dermankirin, li beşa lezgîn a li emeliyatxaneyê tê ragirtin. Doktoran gotin, Aykol ne li ser hişê xwe ye û metirsiya li ser jiyana wî dewam dike.

Doktoran diyar kirin ku ji bo enfeksiyonê di bin kontrolê de bihêle ew Aykol radizînin.