BI DÎMEN

Xebatkarên Çapemeniya Azad di Komxebata Weşanê ya Çapemeniya Ewropa de civiyan

Nûnerên saziyên ragihandinê yên Ewropayê li Hollandayê di komxebatekê de hatin ba hev. Di komxebatê de pirsgirêkên saziyên ragihandinê û vîzyonên wan ên pêşerojê hatin nîqaşkirin.

KOMXEBATA WEŞANA ÇAPEMENIYÊ

Rojnamevanên mîna Fuat Kav, Hêlîn Cûdî, Amed Dîcle, Devrîm Arslan, Cahît Merwan, Fauk Sakik, Reşat Sorgul ên ji televîzyonên navendî yên Ewropa, rojname, ajans û saziyên medyaya dîjîtal tevlî komxebatê bûn ku 25-26’ê Cotmehê hate lidarxistin. Ji xeynî rojnamevanan Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut û nûnerên ji saziyên cuda beşdarî komxebatê bûn û nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe pêşkêş kirin.

Di vekirina komxebata 2 rojî de, peyama Rêber Apo ya ji bo merasîmên Xelata Rojnamevaniyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û 32’yemîn Çapemeniya Mûsa Anter hate xwendin. Piştre rojnamevan û nivîskar Ferda Çetîn axaftina vekirinê ya komxebatê kir.

Armanca komxebatê ew e ku piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo ku çapemenî mîsyon, rêbaz, rêxistinbûn û zimanê xwe binirxîne, rexne bike û jinûve ava bike pêvajoyeke nîqaşê ya berfireh bide destpêkirin. Di roja yekem a komxebatê de têkildarî pirsgirêk û rewşa çapemeniya nivîskî û dîtbarî du semîner hatin dayîn. Di komxebatê de pirsgirêk û jinûve avakirina saziyên ku li her du qadan xebatê dimeşînin, hate nirxandin û roja ewilî bi nîqaşên li ser van her du mijaran bi dawî bû.


         


        

Roja duyem a komxebatê bi semînera “Di medyaya me de hebûna jinê, têkoşîna me û tiştên divê bên kirin” destpê kir. Li pey vê semînerek din jî hate pêşkêşkirin ku encamên anketa saziyên çapemeniyê, parve kir. Beşdaran encamên anketê nirxand û gotin, divê xebatên wiha bên berfirehkirin û ji bo avakirina saziyên çapemeniyê berhemên hîn baştir bên pêşkêşkirin.

Di komxebatê de piştî semînerên li ser Medyaya Dîjîtal û Weşangeriya Dîjîtal, xebatkaran qasî 3 rûniştinan li ser avakirina nû, pirsgirêkên Çapemeniya Azad û rêyên çareseriyê nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

Tê payîn ku encamnameya komxebatê, di rojên pêş de were parvekirin.