Xebatên HDP’ê bênavber didomin
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin.
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin.
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ya ji bo piştgiriyê bide xebatên hilbijartinê yên Dîlokê hatî bajar diyar kir ku xebatkarê HDP'ê Hamdullah Oge yê li Çewlîkê hate qetilkirin di encama zimanê nefretê yê Serokomar Erdogan bikartîne jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em ê xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Bi vê yêkê em ê xwedî li azadsî û pêşeroja xwe derbikevin. Serokkomar Erdogan li hemberî hemû derdorên cuda zimanê nefretê bikar tîne û sûc dike."
EDENE
Namzetê HDP'ê yê Edene Tugay Bek li taxên 19 Mayis, Anadolu û Koza karkerên çandîniyê ziyaret kir û piştre karkerên li Kolana Çukurova ziyaret kirin. Bek bi karkerên li benda wesayîtan disekînin re sohbet kir.
MÊRSÎN
Namzetê HDP'ê Çîlem Oz û rêveberên hedmê bi hunermend û şanogeran re hatin cem hev. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Senê pêk hat. Oz di civînê de axivî û diyar kir ku hikûmet dijminê huner û hunermendan e.
HATAY
Koordînasyona Jinan a HDP'ê ya Ezînê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şahî li dar xist. Namzetên HDP'ê yên Hatayê Hamdiye Turgay, Hîlmiye Kizilay û bi sedan welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Namzeta HDP'ê Hamdiye Turgay di şahiyê de axivî û diyar kir ku jin hêz sereke ne.
RIHA
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan li navçeya Xelfetiyê bi keyayan re hatin cem hev. Di civînê de Baydemîr axivî û wiha got: "Hun li tax û gundê xwe wekîl in. Hun nûnerên gel in. Bi hilbijartinê hun hatine ser kar. Hedê ti kesî nîn e we bangî qeymeqamtî û walîtiyê bike."
Dîlek Ocalan jî diyar kir ku keya aliyê xweseriyê yê yekmîn e û wiha got: "Yanî gundên me di bin kontrola keyayan de ne. Heke me di nava sê rojên dawî de hemû kêmasiyên xwe ji holê rabikin em ê ser bikevin."
Baydemîr pişt re bi rêveberên HDP'ê re Komeleya Lêkolînên Civakî ya Rihayê ziyaret kir.
DÎLOK
Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê têkildarî xebatên hilbijartinê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, namzetên HDP'ê yên Dîlokê Berîvan Ozpolat, Gulseren Kocaer, Guzel Koç, Fatoş Çetînkaya û Tugçe Ozsoy û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Huda Kaya diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin xebatên hilbijartinê hate bajar. Kaya sersaxî li malbata Hamdullah Oge y ê ku li Çewlîkê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, da û got ev yêk yêk provokasyonek mezin e. Kaya got ku 3 roj ji hilbijartinê re man e û bang li hemû kesî kir ku xwedî li dengan derbikevin. Kaya da zanîn ku komkujî ji ber zimanê nefretê yê Serokomar Erdogan bikar tîne pêk hat û wiha got: "Em ê xwedî li sindoqan derbikevin. Bi vê yekê em ê bi azadî û pêşeroja xwe derbikevin. Serokomar Erdogan bi zimanê nefretê yê li hemberî hemû derdoran pêk tîne sûc dike. Mînaka vê yêkê ya herî dawî Îdîr e. Jinan bi cudahî û zimanekî mîzahî ew protesto kir. Ji vî zimanî berteke xweşiktir heye. Pişta xwe dan tarîtî û diziyên wî. Rûyê xwe zivirandin aştî, biratî û ronahiyê. Em ê her tim wisa bikin."
Namzetên din ên HDP'ê Mahmut Togrul, Berivan Ozpolat, Mecît Bozkurt û heyeta pê re li navçeya Şahînbeyê esnaf ziyaret kirin. Namzetên din Mahmut Togrul, Gulseren Kocaer û Tugçe Ozsoy jî li navçeya Şehîtkamîl esnaf ziyaret kirin.
SEMSÛR
Namzetên HDP'ê yên Semsûrê li gund, navçeyan esnaf ziyaret kirin. Namzetê Semsûrê Behçet Yildirim, li navçeya Sîncîkê, Ferhat Temel li navçeya Komurê, Ayten Yilmaz û Bîrsen Tunç li gundên navendê geriyan û welatî ziyaret kirin. Yasîn Tahta jî li navçeya Kâhta esnaf ziyaret kirin.
ÊLIH
Namzetên HDP’ê Alî Atalan, Saadet Becerîklî. Ayşe Acar Başaran û Yasan Yagiz awayeke du koman xebatên xwe didomînin. Namzetên HDP’ê çûn saziyên sivîl ên civakî û esnafan piştgirî xwestin. Alî Atalan û Ayşe Acar başaran çûn sedana Baroya Êlihê, Odeya Sanayî û Bazirganî ya Êlihê (BATSO) û Komeleya Nivîskarên Kurd û Ehmedê Xanê piştgirî xwestin. Namzet rastî eleqeyeke germ hatin û diyar kir ku projeya jiyana nû HDP’ê wê ji bo gelan sûdewar be. Namzetan soza piştgiriyê girtin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Namzetên HDP’ê Hasan Yagiz û Saadet Becerîklî jî çûn serdana esnafan. Namzetan ji esnafan re projeya jiyana nû ya HDP’ê vegotin û buroşur belav kirin. Namzetan ji esnafan xwestin xwedî li sandoqan derkevin.
AMED
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Bismilê û hevşaredarên Bismîlê j îçên serdana esnafan û ji bo mîtînga HDP’ê ya sibehê bangawazî kirin, belovok belav kirin.
Namzetê HDP’ê yê Amedê Edîp Berk jî li navçeya Sûrê çû serdana medreseya Şêx Ahmed Heyderî. Berk li vir got ku ew ji bo HDP’ê dûayên xêrê dixwazin.
KOCAELî
Rêxistina HDP’ê ya Koceliyê li qada Gebzeyê bi beşdariya hezaran kesan ve mîtîng li dar xist. Namzetê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, navmzetê HDP’ê yê Stenbolê Turgut Oker û namzetên HDP’ê yên Kocaeliyê beşdarî mîtîngê bûn. Namzetan di mîtîngê de gel silav kirin. Namzeta HDP’ê ya Kocaeliyê Ayfer koçak axivî û got ku wan qatlîamên Roboskê û Kobanê ji bîr nekirine û ji bîr nakin. Altan Tan jî di axaftina xwe de got ku Serokomar Tayyîp Erdogan dîn bûye. Tan got ku ligel îşkence û pêkûtiyan gel li ser piyan e. Namzetê HDP’ê Turgut Oker jî diyar kir ku ji bo hilbijartina qedera welat diyar bike demeke pir kêm maye û peywira wan tenê xirakirina bendê nîne di heman demê de avakirina îxtidara gel e.
Piştî axaftinan bi muzîkê govend hate gerandin û mîtîng bi dawî bû.
Piştî mîtîngê Altan Tan û namzetê HDP’ê yê Kocaeliyê Îbrahîm Ergîn li Dîlovasiyê çûn serdana Komeleya Çewlikiyan û têkîldarî rojea hilbijartinê nirxandin kirin.
SÊRT
Namzetê HDP’ê yê Sêrtê Îsmaîl Aydin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Îdareya Taybet a Bajar, Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar û DSÎ’yê. Aydin ê bi xebatkarên saziyan re hate cem hev ji bo projeya jiyana nû ya HDP’ê piştgirî xwest.
MÊRDÎN
Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Dêrikê û Kordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê li Salona konferansê ya Reşîdê Kurdî ya Şaredariya Dêrikê ji bo hezar û 300 muşahîdan perwerde da. Li aliyê din li taxên Roşat, Qubîk, Ernebî, Şêx Amed, Elîbeg, Bizmarê Menda, Zikreş Çemê Qêntir, Qizil Eşyan, Siyamend û Qurxiyê xebatên hilbijartinê hatin kirin.