Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê, hevdîtin bi Akar û Fîdan re kir
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, serê sibehê ji balafirgeha Esenbogayê çûn Rûsyayê.
Akar û Fîdan piştî 11 salan, li Moskovayê peywendiya fermî ya yekem danî. Akar û Fîdan, bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas û serokên din ên îstixbara her du welatên din re hatin ba hev.
Wezareta Parastinê ya Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser mijarê diyar kir diyar kir ku di civîna serokên parastina Tirkiye-Rûsya-Sûriye û serokên îstixbaratê de, “Li ser krîza Sûriyeyê, pirsgirêka koçberan û têkoşîna hevpar a bi rêxistinên terorê re li Sûriyeyê” hatiye sekinandin.
Di civînê de hat diyarkirin ku “Ji bo pêkanîn û berdewamiya aramiya Sûriyeyê û herêmê, têkildarê dewama civînên bi sê aliyan me qebûl e.“