Wezîr Guler di derbarê êrîşê de daxuyanî da
Wezîr Guler di derbarê êrîşê de daxuyanî da
Wezîr Guler di derbarê êrîşê de daxuyanî da
Wezîrê Navxweyî ê Tirk Guler derbarê êrîşa li Dîkmenê daxuyanî da û da diyarkirin ku, li cihê bûyerê roketavêj, muhîmata neteqiyayî û aleke aydê rêxistinê heye.
Wezîrê Navxweyî ê Tirk Muammer Guler ji bo di derbarê êrîşa li Dîkmenê agahiyan bigire, bi Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Kiliçlar û Midûrê Polîsan yê Enqereyê Qadir Ay re hate cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn.
Guler anî ziman ku, du guleyên roketê li mala polîsan ketine û wiha axivî: “Guleyek ya roketê li qada 3’mîn ya avahiya Midûriyeta Giştî ya Polîsan ku weke avahiya xizmeta civakî bikartîne ketiye, ya duwem jî li qada yekem mala polîsan ketiye. Windahiyên can û birîndarên me tune ne. Êrîşkaran di nav teraşên li ser rêya Çetîn Emeç gule avêtine. Li cihê gule avêtine, guleyekî neteqiyayî, çanteyek yê piştê û alek ya aydê rêxistinekê hebû. Ji bo kiryar bêne girtin hemû yekîneyên me ketine tevgerê. Em difikirin ku kiryar bi wesayîtê yan jî ketine Geliyê Dîkmenê û reviyane.”
Guler li beramberî pirsek ya ew al ya kê ye jî got, “Niha girîngiyek wê tune ye. Dibe ku ji bo xapandinê danîbe wir. Bi berfirehî lêkolînên me didomin.”