Wezîr, daxwaza hevdîtînê ya Şenyaşarê red kir

Wezîrê Edaletê, daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşarê ku ji malbata wê kes hatine qetilkirin û li ber xwe dide, red kir.

14’ê Hezîrana sala 2018’an xizm û parêzkarên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê malbata Şenyaşaran kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûye, 9’ê Adara sala 2021’ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhest Enqereyê û 24 roj in ku nobet berdewam e. Malbata Şenyaşaran beriya çûna ber wezaretê, daxuyanî da.

Emîne Şenyaşar di daxuyaniyê de dowîza “Edalet” hilgirt. Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de got ku dayika wî ji çongên xwe nexweş e lewma her roj bi kursiya biteker diçe ber wezaretê. 

DAXWAZÊN WAN ÇI NE?

Şenyaşar, bi dewamdarî got ku daxwazên wan ji Wezareta Dadê hene û wiha got: ‘’Ev daxwazên me ne destwerdana darazê ye. Lê girtina rê li ber wan kesan e ku dest di darazê wer didin. Destek heye ku dest di darazê wer dide. Em dixwazin ev dest were rakirin. Birayê me bêsûc e. Va ye bûn 5 sal ku girtî ye. Dîmenên kameraya ewlehiyê hene. Rapora kesê pispor heye. Ev, delîlên di lehê birayê min de ne. Tevî ku ewqas delîl hene jî birayê min hêj girtî ye. 3 mirovên me qetil kirin. Mirovekê me jî bi awayekê neheq û derhiqûqî girtî ye.” 

Şenyaşar, got ku dayika wî ji wê boneyê naçe malê û ew bi hev re li têkoşînê dewam dikin.

DAXWAZ HATE REDKIRIN

Malbata Şenyaşaran, bi pişt re ber bi wezaretê ve meşiya. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen û Hevseroka Şaxê ÎHD ya Enqereyê Asli Saraç jî tev li meşê bûn. Lê belê polîsan ÎHD’î asteng kirin û nehişt tev li meşê bibin. Di heman demê de polîsan nehişt rojnameger jî dîmen û wêneyan bikişînin. Malbata Şenyaşaran hate pêşiya Wezareta Dadê û xwest bi wezîr re hevdîtinê bike. Rayedarên wezaretê ragihand ku wezîr naxwaze hevdîtinê bike. Lê malbatê li ber wezaretê li çalakiya xwe dewam kir.