Wezareta Karên Derve ya Iraqê der barê êrîşa Kortekê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Iraqê diyar kir, sedem çi dibe bila bibe bomberdûmana dewleta Tirk a li Iraqê ne ya qebûlkirinê ye û divê tavilê bi dawî bibe.

Di 27'ê Hezîranê de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, 2 otomobêlên sivîlan, li Kortek a Binarê Qendîlê kirin hedef. Di encama bombebarana balafiran de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndarbûn.

Wezareta Derve ya Iraqê der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşeke yekalî binpêkirina serweriya Iraqê ye û li dijî pîvanên cîrantiya baş a du cîranan e. Êrîş hem hiqûqa me hem jî hiqûqa însanî ya gelên me û navneteweyî bi rengekî giran binpê dike.

Şert û merc û sedem çi dibin bila bibin, bombekirina herêmên Iraqê ji aliyê Tirk ve nayê qebûlkirin û em bi girîngî destnîşa dikin ku divê ev yek bê rawestandin, hurmet li serweriyê bê nîşandan û ji bo ewlekariya sînorên herdu welatan hevkarî bê kirin."